TAJÊ-E civîna xwe ya yekemîn lidar xist

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-E), civîna xwe ya yekemîn li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê lidar xist.

Civîn roja Yekşemê li salona civînê ya Mala Aştiyê ya Navneteweyî (IBZ) pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Ji gelek bajarên Elmanyayê, bi taybetî ji Bîelefeldê jinên Êzidî tevlî civînê bûn.

Ji beşdaran Yildiz Aktaş di destpêka civînê de axivî û bal kişand ser berxwedana Jinên Kurd ên Êzidî yên li Şengalê. Aktaş, şîdeta li dijî jinê jî nirxand û got, "Êrîşa li dijî jinê ji ku tê bila bê, em bi ti awayî qebûl nakin. Em li dij in. Weke jinên Êzidî, em ê rêxistiniya xwe ya li Ewropayê mezin bikin. Ji ber ku em dizanin, afirandina civaka azad bi azadiya jinê dibe û bi vê têgihiştinê em tevdigerin."

Aktaş bibîr xist, Tevgera Jinên Êzidî, piştî fermana 74'an ava bûye û işaret bi girîngiya meclîsê kir: "Heta ku jineke bi tenê ya Êzidî di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de nemîne, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin. Li ser bingeha paradîgmaya Rêberê xwe, em ê têkoşîna xwe geş bikin."

Di encama civînê de, 6 komîteyên; Perwerde, Çapemenî-Weşan, Aborî, Malbatên Şehîdan, Bawerî û Rêxistinbûnê hatin avakirin. Nûrê Alkiş jî ji bo Berdevka Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-E) hate hilbijaritn.