TAJÊ: Bi tenê PKK li hemberî qirkirina li ser Êzidiyan bêdeng nema

Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) salvegera avakirina PKK’ê pîroz kir û got “Bi tenê PKK li hemberî qirkirina li ser Êzidiyan bêdeng nema.”

Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera avakirina PKK’ê peyamek weşand.

Di peyama TAJÊ de ev tişt hate diyarkirin:

“Dîroka ku wê qedera tevahî gelê Kurd û gelên bindest biguhere avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Çirûska ku berî vê bi 43 salan di nava dilê lêgerînvanên azadî û heqîqetê de pêketî, îro li tevahî cîhanê bûye agirek û pêl bi pêl belav dibe. Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bi helwesta xwe ya li beramberî pergala zordar û desthilatdaran li dijî her cure neheqî bêmafî û koletiyê, bû remzê jiyana ,azad û felsefeya jiyana nû. Bi avabûna PKK’re gelê Kurd û tevahî gelên bindest ji xewa mirinê şiyar bûn û ketin riya berxwedanî, azadî û rizgariyê.

Weke gelê Êzidî bi taybet jinên Êzidî em PKK’ê wek partiya xwe dibînin. Ji bona parastina çand, baweriya civaka Êzidî PKK têkoşîn û berxwedanek bê hempa daye meşandin. Di 3’ê Tebaxa 2014 an dîrok bû şahidê berxwdana PKK’ê ya li Şingalê. Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bi mudaxeleya xwe ya di dema fermanê de, rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî girt û bi sed hezaran mirov ji fermanê rizgar kirin. Ji bo parastina civaka Êzidî û rizgarkirina axa pîroz ya Şingalê PKK bi sedan şehîd da.

Qirkirina li ser civaka Êzidî di esasê xwe de qirkirineke li dijî insaniyetê bû. Lê rixmî wê jî tevahî cîhan li hemberî qirkirina li ser civaka Êzidî bêdeng man. Di nava cîhanê de tenê PKK bû ya ku li bember qirkirinê bêdeng nema.

Ji bo wê em weke TAJÊ, PKK weke xilaskera gelên bindest dibînin. Li ser wê bingehê em daxwaz dikin ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên teror bê derxisitn.

Em weke Tevgera Azadiya jinên Êzidî TAJÊ 43’emîn salvegera dameziranina PKK’ê li mîmarê jiyana azad û demokratik Rêber Apo, li tevahî şehîdên ku di oxira rêya azadiyê de canê xwe dane, li tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê ji bo avakirina jinana azad ya ku têde tevahî reng, bawerî û çand hene, têbikoşin.”