TAJÊ: Bi saya fikrê Rêber Apo jinan xwe parast

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û diyar kir; “Çawa bi 74 fermanan em xilas nebûn, ji niha û şûn de jî dijimin wê nikaribe îradeya me bişkîne.”

Bi boneya rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê TAJÊ daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li ber derê avahiya şaxa TAJÊ ya li Sinûnê, ji aliyê berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hatî dayîn de, wiha hate gotin; “Em 8’ê Adarê destpêkê li Rêber Ocalan û tevahî jinên di çeperên berxwedanê de ne, pîroz dikin. Di vê rojê de tevahiya jinên li hemberî dijminê hov li ber xwe dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi saya fikrê Rêber Apo jina ku dixwestin statûya wê a xwedawend bişkînin, hate parastin.

Ew jina Êzidî ku ji hemû aliyan ve dihate parçekirin, kolekirin û bê îrade hiştin, îro bi perwerde û di bin ala Rêber Apo de li hemberî dijminê dagirker û faşîst, çand, ax û hemû civaka xwe diparêze.

Azadî dar e û dar bi xwîna şehîdan tê avdan. Em xwedî dîroka bi hezarê salan in û şehîdên fermana 74’an in. Di nav de bi hezaran jinên pêşeng ên mîna Dayê Zero, Xatûna Fexra, Zerîfa Osê, Dayê Gulê û Cîlana hene. Rihê van hemû pêşengan di hundirê her jinek Êzidî de dijî. Çawa bi 74 fermana em xilas nebûn, ji niha û şûn de jî dijimin ê nikaribe îradeya me bişkêne. Li ser vî esasî û bi vê biryarê em ê 8’ê Adara 2022’an bikin sala azadiya Rêber Apo a fîzikî û sala azadiya hemû jinên bindest. Em ê statûya Şengala xweser ava bikin û jiyana azad mîsoger bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azad” û “Bijî Serok Apo” dawî bû.