Hat gotin ku Kakabaveh bi çalakî û gotinên xwe bal kişandiye li ser zextên ji ber radîkalîzmê, eşîrtiyê û namûsê ku Swêdê naxwaze bikeve rojevê û ji ber vê jî bedelên takekesî daye. Lewre jî wek "Swêdiya Salê" hatiye hilbijartin.
Kakabaveh serokatiya dezgeha femînîst a bi navê "Ne Fahîşe Ne Kole" ya li dijî nîjadperestiyê dike, li gel nasnameya wê ya sosyalîst, Marksîst û femînîst, bi têkoşîna xwe ya li dijî zextên ji ber namûs û toreyê tê nasîn.
Ji ber biyaniyek ji hêla Fokusê "Swêdiya Salê" hate hilbijartin, medyaya Swêdê cihekî berfireh dayê. Di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de têkîldarî jiyan û têkoşîna Kakabaveh gotar hatin weşandin. Radyo, televîzyon û rojnameyan bi Kakabaveh re hevpeyvîn çêkirin.
Kovara Fokusê jî hevpeyvînek pê re çêkir. Kakabaveh di hevpeyvîna xwe de dibêje ji ber kovara lîberal a Fokusê, Marksîst û Femînîsteke ku li gor dîtina kovarê li Swêdê tiştên baş kiriye wek "Swêdiya Salê" hilbijartiye, kêfxweşî ye.
Kakabaveh, her wiha, yek ji wan parlamenteran e ku qetlîam, girtin, binpêkirinên azadiya îfadeyê û mafên mirovan ên ku li Tirkiye û Kurdistanê bûye xistiye rojeva Parlamentoya Swêdê û daxwaz kiriye ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorî' bê derxistin.