Songul Şarkli: Em ê rêxistiniya jinê ya xurt ava bikin

Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Şarkli piştî Konferansa Jinê ya Partiya Çepên Kesk daxuyanî da û got, "Em ê rêxistiniyeke jinê ya xurt ava bikin."

Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Şarkli anî ziman ku piştî pêvajoya hilbijartinê ew bi gel re civiyan, piştî wergirtina rexne û pêşniyaran li hev kom bûn û bi armanca nîqaşkirina van rexne û nîqaşan konferans pêk anîne. Songul Şarkli ragihand ku piştî konferansê wê kongreyê lidar bixin û got, "Piştî konferansê wê kongre pêk were. Di konferansê de gelek nîqaşên cidî û tespîtên rast hatin kirin. Di tespîtkirina pirsgirêkan de em serketî ne. Beriya her tiştî di konferansê de rewşeke bi vî rengî afirî. Lê belê di mijara veguherandina qadên bi pirsgirêk de kêmasiyên me hene, ji aliyê pratîkkirina îradeya têrker de em lawaz dimînin. Hêvîdarim ji aliyê çareserkirina pirsgirêkên ku me tespîta wan kirine em ê îradeyeke hîn cidî nîşan bidin."

'DI PRATÎKÊ DE EM Ê REXNEDAYINÊ BIDIN'

Songul Şarkli qala rexneyên gel ên li Partiya Çepên Kesk kir û got, "Encamên ku Tifaqa Ked û Azadiyê afirand gelekî hatin rexnekirin. Di mijara namzetan de gelekî hate rexnekirin ku îradeya herêmê bi têrkerî nîşan nade. Di hilbijartinên Serokkomariyê de jî piştgiriya bêşert û merc a ji bo Kiliçdaroglû gelekî hate rexnekirin. Tespîta wê yekê hate kirin ku Partiya Çepên Kesk bi têrkerî ji girseya me, gelê me re nehate vegotin, ji ber vê yekê jî gelek deng vala çûn. Ev rexne ji bo min jî rast in, ez jî tevlî dibim. Ji van hemûyan jî wêdetir pirsgirêkên me yên avanî hatin tespîtkirin, rexnekirin. Bêguman ev hemû di komxebatan de hatin nîqaşkirin. Bİ kurtasî di pratîkê de wê bersiv ji rexneyan re bê dayin."

'EM Ê RÊXISTINIYA XWE HÎN XURT BIKIN'

Songul Şarkli diyar kir ku hem di rêxistiniya jinê de hem jî di karê giştî yê partiyê de lawaziyek heye û destnîşan kir ku dema bê, wê pirsgirêk bêne çareserkirin. Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Songul Şarkli got, "Ji bo xurtkirinê divê em karekî şênber û bi biryar ên jinê bimeşînin. Em hemfikirin ku rêxistiniyeke bi biryar a jinê yekane tişt e ku me mezin bike. Ji ber ku ev tişt yekane tişt e ku me, rêxistiniya jinê xurt dike. Di heman demê de serweriya mêr a li nava partiyê jî lawaz dike. Ji ber ku dema bandora jinê û rêxistiniya jinê kêm bibe, hingî feraseta serweriya mêr a li nava partiyê berfireh dibe. Qada me teng dibe. Vediguhere wan tiştan ku jinan ji partiyê dûr dixîne. Tedbîra vê yekê jî afirandina rêxistiniyeke xurt a jinê ye."