SMJÊ: Sala 2017’an bi azadiya Rêber Apo dibe sala azadiya Şengalê û tevahiya Kurdistanê
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), bi peyameke nivîskî sala nû pîroz kir û got, “Em têkoşîna xwe mezintir bikin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin.”
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), bi peyameke nivîskî sala nû pîroz kir û got, “Em têkoşîna xwe mezintir bikin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin.”
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ku bi boneya sersalê weşand, wiha got; “Sala 2016'dan saleke pir dijwar û bi êş bû. Di asta cîhanî de pergala modernîteya kapîtalîst bi şerê xwe yên dijmirovahiyê hewl dan bi komkujiyan koletiyek modern li ser civakan ferz bikin. Bi taybetî li dijî jinê bi awayekî sîstematik darbe hatin meşandin. Çanda destavêtinê di fermana 73’yemîn de li Şengalê rûyê xwe yê hov ji nû ve diyar kir.”
SMJÊ bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê û AKP’ê, ku nûnertiya herî bilind a modernîteya kapîtalîst dikin, li Kurdistanê bi talanê, komkujî, girtin û koçberî hewl dan di kesayeta jinê de vîna gelê Kurd bişkînin.
Daxuyaniya Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî wiha dewam kir;
“Lê bi bedelên giranbiha jina Kurd û gelê Kurd bi berxwedaniya xwe ,sala 2016’an ji nû ve kirin sala bidestxistina azadiyê. Li Şengalê ji bo rizgarkirina jinên dîlgirtî ên Êzîdî, YJŞ’ê pêngava pîroz da destpêkirin û di encama wê de jî, hem erdnîgariya Şengalê hate rizgarkirin, hem jî jinên dîlgirtî. Biryara bilindkirina têkoşîna azadiyê damezrandina TAJÊ bi xwe re anî. Jina Êzîdî di hemû beşên jiyanê de li ser hîmê xwebûna xwe, rêxistinbûyina xwe berfireh dike. Rajîn Şengal, Meclîsên Jinên Êzîdî, dibistanên dayikan û zarokan, YJŞ, TAJÊ mînakên vê ne.
Bêguman, çavkaniya van serkeftinên giranbiha bi tenê felsefeya Rêber Apo ye. Ji lewra jî divê ti hêz der barê Şengalê de nekeve nav hesabên şaş. Ked û bedelên hatine dayîn, bi tenê li ser hîmê pergala konfederalîzma demokratik bi serkeftinê ve xwe tacîdar dike. Çawa li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat desthilatdar nikarin bi darbeyên xwe vîna gel bişkînin, li Şengalê jî ne Erdogan, ne DAÎŞ ne jî daxuyaniya Nêçirvan Barzanî dikare vîna Êzîdiyan bide şikandin.
Li ser esasê xurtkirina ruhê netewî, bi pêkanîna pergala konfederalîzma demokratik Kurdistanek azad gengaz dibe.
Ji ber vê jî tenê erkek me ji bo sala 2017’an heye. Bi bilindkirina têkoşîna azadiyê pêkanîna azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ye!
Li ser vê bingehê, em bang li civaka Êzîdî dikin, ji bo azadiya Rêber Apo û Şengalê demildest çalakiyên demokratîk bêdorûveger li dar bixin.
Sersala 2017’an li ser van esasan pîroz be.”