SMJÊ: Azadiya civakê bi azadiya jinê gengaz e
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ‘’Azadiya civakê bi azadiya jinê gengaz dibe’
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ‘’Azadiya civakê bi azadiya jinê gengaz dibe’
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) têkildarî 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinan kir û got, ‘’ Werin em ji bo jiyanek bi rûmet ji her demê bêhtir têkoşîna azadiyê bilind bikin û ji bo avakirina netewa demokratîk yekbûna xwe xurttir bikin. Azadiya civakê tenê bi azadiya jinê gengaz dibe!’’
SMJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên qirker ên bi ser Şengalê de ku berdewamiya qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a bi destê DAIŞ’ê û got, ew berxwedaniya jinê ya li dijî çeteyên PDK’ê û Tirkiyê slav dikin:
‘’Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em SMJÊ tevahî jinên cîhanê û bi taybetî berxwedaniya jinên Êzîdî û Kurdistanî silav dikin. Di heman demê de wek roja ragihandina bîrdoziya azadiya jinê, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan hate damezrandin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku azadiya tevahî gelan îfade dike, em ê bi têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bikevin. Di heman demê de berxwedaniya jinê û parastina rewa ya jinê ku li dijî êrişên çeteyên PDK-Barzanî, DAIŞ û AKP-Erdogan û tevahî dijminên jinan, ji bo parastina jinan li Kurdistanê tê meşandin bi rêzdarî silav dikin. ‘’
Di daxuyaniyê de bi berdewaî wiha hate gotin:
‘QIRKIRINÊ LI SER JINAN FERZ DIKIN’
Dibe ku di wan salên dawî ango di dema ragihandina roja 8 ê Adarê de gelekî berhemên serkeftî hatibin bidestxistin, lê di rewşa heyî de ku şerê cîhanê yê sêyemîn ji aliyê nûnerên hov yên modernîteya kapîtalîst ve tê meşandin diyar e ku pêwîstiya me jinan bêhtirîn bi têkoşînek hevbeş heye. Kêliyek derbas nabe ku jin ji ber nasnameya xwe bi zanebûn neyê qetilkirin. Rojane bi awayekî sîstematîk ji aliyê pergala desthilatdar ve qirkirina jinan tê meşandin.Bi taybetî li Kurdistanê li cîhê ku xwedawenda dayik, Sakîne Cansiz û bi hezaran jinên qehreman ji dayik bûn, têkoşiyan û dîrokek destanî ji nû ve nivisandin, ji aliyê dagirkeran û faşîstên wek Erdogan, Barzanî û DAIŞ ve li ser gelê Kurd bi taybetî jina Kurd qirkirin tê ferzkirin.
‘ERDOGAN BI HEVKARIYA BARZANÎ DIXWAZE VÎNA ÊZDIYAN BIŞKÎNE’
Herî dawî li Lice hewldana pêkanîna duyemîn komkûjiya Cizîrê û Şengalê tê kirin. Dîsa ji 3’ê Adarê û vir ve Erdogan bi hevkariya Barzanî û DAIŞ’ê hewl dide ku li Şengalê vîna civaka Êzîdî bi pêkanîna fermanan bide şikandin. Çawa ku Kurdistan ji aliyê dagirkerên cîhanê ve hate parçekirin niha jî dagirkerên cîhanê hewl didin erdnîgariya Kurdistanê li gorî berjewendiyên desthilatdariyên xwe ji nû ve di nav xwe de par ve bikin. Ji bo dawîanîna li şerê cîhanê yê sêyemîn, ku di kesayeta jinê de dixwazin bi encam bikin, pêwîstiya me jinan ji her demê bêhtirîn bi rêxistinbûyîna xweser, parastina xweser û xwerêveberina li ser hîmê XWEBUNÊ heye. Ew jî di vê kêliyê de bi taybetî li Şengalê ji nû ve tê avakirin.
‘AZADIYA CIVAKÊ BI AZADIYA JINÊ PÊKAN E’
SMJÊ herî dawî bal kişande ser rêxistinbûyina jinên Êzîdî û got:
Jina kurd a Êzîdî li ser hîmê xwebûna xwe ji bo azadiya tevahiya jinan û civakê têkoşînek mezin dide. Berhemên wê wek damezrandina YJŞ, TAJÊ, RAJIN ŞENGAL hwd. mînakên wê yên berbiçav in. Wê jinên Êzîdî li her devera cîhanê bi rêxistinbûna xwe ya xweser her roj bikin 8 ê Adarê. Ji lewra jî em dûbare bang li tevahî jinên azadîxwaz û hêzên demokratîk dikin, werin em bi avakirina eniya berxwedana jinê li dijî van qirkirinan berxwedaniya xwe mezintir bikin. Werin em ji bo jiyanek bi rûmet ji her demê bêhtir têkoşîna azadiyê bilind bikin û ji bo avakirina netewa demokratîk yekbûna xwe xurttir bikin. Azadiya civakê tenê bi azadiya jinê gengaz dibe!