SMJÊ cejna Êzî li Ocalan, civaka Êzidî û gelê Kurd pîroz kir

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Cejna Êzî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd pîroz kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya Cejna Êzî daxuyaniyek weşand û got, "Di serî de em Cejna Êzî ku tê wateya parastina tevahî pîroziyên nirxên olî, çandî û mirovahiyê li Rêber Abdullah Ocalan; mîmarê çareseriyê û aştiyê, li tevahî civaka Êzidî û gelê Kurd pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî ji bo parastina Êzidîtî û Kurdayetiyê û cejn bi taybetî li jinan, malbat û dayikên cangoriyan hate pîrozkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Tê zanîn ku di demsala zivistanê de civaka Êzidî rojên Sêşimsê, Xwedana û yên Êzî digrin û li ser van esasan îsal di 15'ê Kanûnê li Kurdistanê û derveyî welat ji bo parastina hebûna nasnameyên xwe bi awayekî cejnê pîroz dikin. Tevahî şehîdên xwe bi rêzdariyek mezin, ku bûn sedema pêşîgirtina li tinebûna civaka Êzidî, bi bîr tînin.

Li gorî felsefeya Êzidiyatiyê jin û dayika pîroz hertim wek xwedawend û nirxek payebilind hatine dîtin. Di bingeha xwe de pêşenga afirirîneriya tevahî berhemên pîroz ên mirovahî ye. Ji lewra jî di kesayeta jinê de bi rêzdariyek mezin xweza, hemû zindiyan û mirovahiyê hatin parastin. Li ser hîmê wekheviyê, demokrasiyê û aştiyê civak hate birêvebirin û bi rêxistin kirin. Mînak Xatûna Fexran, Nisra Mir Mewla, Rabiya Adiya, Sitiya Bulxan wek xwedawendan tên nasîn û di qewlên Êzîdiyan de jî bi cih bûne. Di demên xwe de têkoşînek mezin dane. Di bingeha xwe de jinên Êzîdî di hemû beşên civakê de xwedî cihekî diyarker ê pêsengtiyê bû.

Li ser mîrateyên wan bi sedan jinên berxwêdêr di dîroka gelê Kurd de wek destanek derketin der. Ji Bêrîvanan heta Haceran, ji Binevşan heta Xanêyan û bi taybetî di dema Fermana 73'emîn de ku sala 2014'an li wargeha Êzîdxanê de rû da, jinên Êzîdî li ser hîmê xwebûna xwe civakê wek her car vê car jî parastine, bi rêxistin kirine û anîne asta xwerêvebirinê."
 
'ERKÊ ME YE KU EM JI BO AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidiyan destnîşan kir ku çavkaniya şoreşa jinê ya li Êzidxanê der bûye, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Bi heman pîvanan û rêgezan wek di felsefeya Êzîdiyan li ser bingeha welatparêziyê, azadiya jinê, jiyanek estetîk û exlaq xwe ava dike. Ji lewra jî erkekî me yê xwezayî û dîrokî ye ku em ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku tê wateya Azadiya Êzîdxanê têkoşîna xwe geş bikin.

BI WESÎLEYA CEJNÊ BANGA XURTKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ HATE KIRIN

Pêkanîna projeya xweseriya demokratîk ya li Êzîdxanê û avakirina hêzên xweparastinê ya jinê YJŞ û YBŞ ji bo rizgarkirina jinên dîlgirtî û pê ve girêdayî pêşîgirtina qirkirinên fîzîkî û çandî, berhemên Rêber Abdullah Ocalan bi xwe ne. Ji lewra jî projeya vegera gund ango vegera Êzîdxan ku tê wateya xwedîderketina li nirxên xwe, yekane rêya avakirina û jiyîna yekitiyê ye. Ev jî di çarçoveya pergala konfederalîzma demokratîk gengaz dibe.
 
Ji lewra jî em dubarê bang li civaka xwe yê Êzîdî dikin werin em bi wesîleya cejna qedîm, xebatên xwe ji bo yekitiya xwe xurttir bikin, têkoşîna xwe ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin û di sala 2018 dan de li axa pîroz hevbeş û azad bijîn."