Şîrîn Delal a ku DAIŞ’ê dîl girtibû: Qêrîna me êdî bibihîsin
Şîrîn Delal a ku DAIŞ’ê ew dîl girtibû di Civîna Demokrasî û Mafê Mirovan a Cinêvê de axivî û banga bihistyariyê li cîhanê kir.
Şîrîn Delal a ku DAIŞ’ê ew dîl girtibû di Civîna Demokrasî û Mafê Mirovan a Cinêvê de axivî û banga bihistyariyê li cîhanê kir.
Delal got: ‘’Guhê xwe ji qêrîna Êzîdiyan re negirin. Ji bo ku jin û zarokên me yên winda tevbigerin’’
Civîna li Civênê ya ku li her sal tê kirin li Navenda Kongreyha Navnetewî ya Cinêvê berdewam dike.
XELATA DEMOKRASÎ Û MAFÊ MIROVAN DANE ŞÎRÎN DELAL
Di konferansa îsal de Şîrîn Delal a ku weke dîl ketibû destê DAIŞ’ê, weke mêvana taybet hatibû vexwendin.
Xelata Civîna Demokrasî û Mafê Mirovan a Cinêvê dane Şîrin Delal ku piştî DAIŞ’ê êrîş bi ser Şengalê de anîbû hêsîr ketibû destê çeteyan.
Delal di dema xelatdayinê de axivî û got: ‘’Jin û zarokên me yên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin bibînin, wan xilas bikin’’
ZILMA XWE VEGOT
Delal got, ‘ez Şengalî me’’ û wiha domand: ‘’Ez ji malbateke hejar têm. Malbata me 7 kes bûn. Bavê min çi kar ji dest dihat dikir, dayîka min jî li mal dixebitî. 2 xwîşk û birayê min hene. Em ji halê xwe xweş bûn. Ne me zilm li kesî dikir û ne jî kesî zilm li me dikir. Min xeyal dikir ku rojekê bibim parêzer û mafê jinan biparêzim. Her tişt 03.08-2014’an bi dawî bû. Wê demê DAIŞ bi ser Şengalê de girt. Gel bi çekên xwe xwe parast. Lê DAIŞ gelek ji wan kuştin û herêm dagir kir.
DAIŞ’ê piştî ku Şengal dagir kir hate gundê me, Mihilînê. DAIŞ hê nehatî gund cîranên me yên Misilman gotin ‘’DAIŞ wê were gundê we, wê li cem muxtar qehweyekê vexwin û biçin, dest li we nedin û biçin. Tenê çekên xwe û çekên xwe yên leşkerî kom bikin’’ Em cîranê hev bûn, me baweriya xwe bi wan anî. Em ji gund nereviyan. Lê weke cîranê me çênebû. Mêrên gund dane hev, hemû kuştin. Em reviyan. Dema ku em direviyan ji 26 malbatan 350 mirov girtin û kirin rehîn. Jin û mêr ji hev veqetandin. Birayê min ê 16 salî dîl girtin. Ez di wesayitekê de bûm ew di yeka din de. Malên me, milkên me talan kirin. Çeteyên DAIŞ’ê digotin; ‘em ê îslamiyetê ji we re bînin’ Piştre em kirin 3 kom, yek çû Til Efer yek çû Mûsil û ya din jî çû Reqqayê.
Ez bi 70 jinî re birim Til Aferê. Her çeteyek DAIŞ’ê jineke Êzîdî ji xwe re kire xelat. Yên din firotin. Ez yek ji wan bûm. Yê ku ez kirîm Tirkmen bû. 5 mehan neçar mam ku pê re bijîm. Mecbûr min koletiya wî kir. Bi zorê dikir ku ez nimêj bikim. Bi zorê Quran bi me didan xwendin. He roj li min dixistin. Piştî Tirkmenê ku ez kirîm hate kuştin, ez firotim gelekan. Li bazarên dîl girtiyan hatim firotin. Yekî bi navê Ebû Mûstafa ez kirîm û piştre ji vî bi heml bûm. Min got divê ez ji vî zarokî xilas bibim, min heb vexwarin, barê giran hilgirt û wiha zaroka min ji ber min çû.
EZ FIROTIM NEH KESAN
Ez firotim neh kesan. Yê herî dawî ku ez kirîm got, ‘’min pir însan kuştin, ez te berdim belkî xwedê mine fû bike’ û ez serbest berdam. Piştre ji wir min baz da û hatim Duhokê, min bavê xwe dît.
Piştre bi saziyên navnetewî yên mafê mirovan re têkiliya min çêbû, min behsa xwe kir. Alîkarî didan penaberên ji şer reviyayî. Piştre ez jî bi wan re xebitîm. Piştre bi alîkariya wan hatim Elmanya. Wê demê kî alîkarî dabe me, mala wan ava.’’
JI BO DINYAYÊ BANG
Delal bang li raya giştî, hêz û saziyan kir û got:
Ji bo jin û zarokên Êzîdî divê projeyên mirovî werin danîn.
Divê desteka psîkolojîk ji bo mirovên me were kirin ku di destê DAIŞ’ê de dîl mane û komkujî bi serê wan de hatiye.
Ji bo zarok û jinên winda divê xebat werin kirin.
Tişta ku bi serê Êzîdiyan hatiye divê di qada navnetewî de weke qirkirin were qebûlkirin.
Saziyên navnetewî ji bo kêmarên herêmê divê bi hev re tevbigerin.
Divê dinya alîkariyê bide Êzîdiyan ji bo gundê wan dîsa ava bibin tevbigerin.
Divê hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê heqê kêmaran nas bike û ji bo parastina wan destûrê çêbike.’’