Seyran Demîr a bi pençeşêrê li ber mirinê ye

Bavê Seyran Demîr Nadir Demîr diyar kir ku keça wê ya girtî Seyran Demîr bi pençeşêra mêjiyê hestûyê ye, li ber mirinê ye û bang kir ku her kes piştevan be.

Seyran Demîr a ku bi nexweşiya penceşêra mêjiyê hestûyê ye, di bin şertên giran de di girtîgehê de ye. Bav Nadir Demîr diyar kir ku dema ji bo tedawiyê keça wî dibin nexweşxaneyê tê gotin ku "girtiya siyasî ye" û nayê tedawîkirin.

Girtiya bi navê Seyran Demîr ku di sala 2006'an pençeşêra mêjiyê hestû lê peyda bû, di sala 2009'an de dema li Enreyê dihat tedawîkirin rewşa wê ber bi başiyê ve diçû. Lê belê dîsa sala 2013'an de li ser îxbarekê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Lê belê şert û mercên girtîgehê nexweşîna Demîrê girantir kir di nav 40 rojî de, ji 56 kîloyan daket 30 kîloyî. Li ser vê di Tebaxa 2014’an de hat berdan û li derve tedawiya wê domand. Lê belê di 25’ê Mijdara 2015’an de li Rihayê careke din Demîr hat binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceya zayendî re rû bi rû ma û di warê derûnî, bedenî û ruhî de tenduristiya wê xerabtir bû. Demîr dîsa hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê û 26 rojan di hucreyê de hat giştin. Paşê jî Demîrê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Karataşê ya Edeneyê hat kirin û li vir careke din nexweşiya wê giran bû.

‘DI DEVÊ WÊ DE DU DIRAN MANE’

Demîr a ku niha li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê dimîne, di 13'ê Kanûnê de bi riya telefonê li malbata xwe geriya û bal kişand ser zext û zoriyên li girtîgehê. Bavê Demîr Nadîr Demîr diyar kir ku keça wê ya li ber mirinê ye ev tişt ragihandine: "Li gel vê rewşa min jî ez bi rîngê anîm vê girtîgehê. Di dema sirgunê de êrîş, derp û îşkence li min kirin. Ji roja hatim vir û şûnde gardiyan û leşkeran tim heqaretî min dikin û xeberan ji min re dibêjin. Bi awayekî derûnî bi ser min de tên." Bav Demîr anî ziman ku dema keça wê ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyê, ji bo wê tê gotin ku "Ev girtiya sîyasî ye" û wê tedawî nakin. Bav Demîr wiha got: "Di devê wê de 2 diran tenê mane. Niha ji neçarî mama vedixe. Fitiqa stû jî lê peyda bûye. Bêhnê nastîne."

'EWQAS ZILM Û ÊŞKENCE BES E!'

Bav Demîr da zanîn ku keça wî ya ku tedawiya wê zor derbas dibû, li ser îfadeyên "şahidê nepen" hatiye girtin û wiha got: "Li holê tu delîl tune bûn keça min girtin.Yên jê re dibêjin şahidê nepen her kes wî nas dike. Dema keça min hîn nehatibû girtin ji me re di got 'Wê ev tiştek bîne serê min'. Bi ifadeyên wî ew hat girtin û ev 4 sal in belaheq û belassebeb nexweşek giran di girtîgehê de ye." Bav Demîr anî ziman ku keseke ku nexweşa pençeşêrê lê peyda bûbe nikare di girtîgehê de bimîne û ev tişt gotin: "Niha keça min li ber mirinê ye. Di salan de tu îşknece û zilm nema ku nedîtiye nema. Ev çi welat e ku keseke ku li ber mirinê ye û li ber xwe didie, evqas zilm û êşkence lê tê kirin."

BANG

Demîr di dawiya axaftina xwe de ji bo girtiyên nexweş bang kir da alîkariya wan bê kirin û wiha got: "Ji bo girtiyên nexweş hîn jî ne dereng e, em wan ji hundur derxînin. Bila di hundur de nemirin, êdî bes e."