Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat bi wesîleya 8'ê Adarê ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevgera jinê.
Serhat da xuyakirin, bi ked û hewldana taybet a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi pêşketineke nû bersiv ji her 8'ê Adarê re hatiye dayîn û got, "Weke Tevgera Jinê me her 8'ê Adarê bi projeyên nû pêşwazî kir. Dema mirov qala van bikin; rêxistinbûna me ya destpêkê ya jinê di sala 1987'an de bi rêxistinbûna jinên Kurd a li sirgûnê dest pê kir. Bêguman ev ye ne tenê rêxistinbûnek bû ji bo jinên kurd ên sirgûnî Ewropayê hatibûn kirin, bû. Rêxistinbûnek ji bo tevahiya Kurdistanê bû. Û vê rêxistinbûnê civîna xwe ya destpêkê di 8'ê Adarê de pêk anî û damezrandina xwe ragihand.
Di wê demê de jinan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, refên azadiyê û tevlî nava refên partiyê bûn. Gerîlabûna jinê di nava civakê de rê li ber hêvî û baweriyeke mezin vekir.
Di 8'ê Adara 1995'an de me li nava refên gerîla kongre pêk anîn. Di vê kongreyê de, di şexsê gerîlayên jin de em li ser afirandina modela jinên azad a prototîp û milîtanên wê yên pêşengiyê, li ser pîvanên wê yên azadiyê axivîn, me nîqaş kirin."
'BAWERIYA ME YA BI XWE TAM E'
Serhat diyar kir, pêşketina herî mezin a li nava têkoşîna wan ew bû, ku jin di nava civakê de bû xwedî rêxistinbûneke xurt û li qada parastina rewa jî jinê berxwedêriya xwe îspat kir. Ronahî Serhat got, "Xeta parastina rewa, di parastina xeta azadiya jinê de roleke cidî lîst. Rêberê me jî di 8'ê Adara 1998'an de îdeolojiya jinê îlan kir.
Dema ev hemû bên nirxandin, wê were dîtin ku me ne tenê bi çalakiyan bersiv dan 8'ê Adarê, me bi projeyên mezin ên dîrokî bersiv dan, ev yek kir malê civakê û bi vî awayî mîsyoneke cidî dan vê yekê. Ji bo bicihanîna vê mîsyonê jî, baweriya me ya bi xwe tam e. Bêguman pêvajo, zor û zehmetiyên serdemên cuda, tevlî pêşketinan derketin holê. Lewma li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn avakirina yekîneyên parastina leşkerî ya jinan a li ser bingeha parastina rewa, artêşbûna jinê gaveke nû bû. Ev hemû bi hêsanî nehatin afirandin û bi hêsanî nebûn.
Civaka Kurdistanê di nava zexta giran a fedaolîzmê de bû, jin di qefesê de hatibûn girtin û nekarîbûn ji mala xwe derkevin. Di rewşeke bi vî rengî de du aliyên rêxistinbûna li ser bingeha yekîneyên parastina jinê hebûn.
Li dijî serweriya mêr a navxweyî weke artêşeke wekheviyê ya li hemberî newekheviyê derket holê.
Eger li cihekî zext, înkar û tinekirin hebe, li wê derê weke mekanîzmaya parastinê derket holê."
'PKK DI ŞOREŞA JINÊ DE XWE DIGIHÎNE CEWHERA XWE'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat da zanîn, ku perspektîfa artêşbûnê ne tenê ji aliyê leşkerî ve derket holê û wiha dewam kir: "Weke projeyeke civakî, projeyeke şoreşa civakî derket holê. Dema mirov dîroka PKK'ê binirxînin, wê were dîtin ku PKK di nava şoreşa jinê de digihêje cewhera xwe. Lewma PKK partiyeke jinê ye. PKK partiyeke sosyalîst e, partiyeke Rêbertî ye. Ji ber vê yekê di navenda têkoşîna vê partiyê de têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê heye. Pirsgirêka jinê ji hemûyan bêhtir cidî ye.
Dersên me ji mînakên şoreşên cîhanê derxistine, analîza civaka Kurdistanê û analîzên li ser mêr hatine kirin, nîşan didin ku divê em hê bêhtir tedbîrên cuda bigirin.
Vê yekê rê li ber rêxistinbûn, vînbûn û nasnamebûna jinê ya li ser bingeha parastina jinê vekiriye. Bêguman xeteke parastina rewa ya li ser bingeha têkbirina zorê bi zorê, hatiye afirandin.
'AZADÎ TENÊ BI TÊKOŞÎNEKE POLÎTÎK BI DEST NAKEVE'
Eger li Kurdistanê polîtîkayên zor, dagirkerî, talan, qirkirin, qirkirina jinê û asîmîlasyon di vê astê de nehatibûna meşandin, wê rêxistinbûna jinê neketibûya rojevê. Bûyerên di roja heyî de diqewimin nîşan didin, ku ev yek çiqasî pêwîst e.
Sîstema serdestiya mêr a dewletan, kengî tengav dibe yekser serî li hêza leşkerî û mîlîtarîst dide û dest bi hilweşandinê dike.
Şîdeta li dijî jinê jî ji aliyê leşkerî ve tê meşandin. Bi hêza polîs, jendermeyan tê meşandin. Wekî din bi qanûnên li qada siyasî tên derxistin jî şîdeta li jinê tê meşandin.
Ji ber vê yekê divê jin bibe ya xwe. Divê hebûna xwe biparêze ku karibe di hemû qadên dîrokê de têkoşîna hebûna jinê bimeşîne.
Parastina destketiyên azadiyê, destketiyên demokrasiyê û parastina armancên azadiyê yên jinê, tenê bi têkoşîneke siyasî nabe. Bi xeta parastina rewa dibe."
'JIN JI FAŞÎZMÊ NATIRSIN'
Serhat anî ziman, ji bo azadbûna jinê, ji bo bicihhatina îdeolojiya azadiya jinê partiya jinê şert e û got, "Li erdnîgariya Rojhilata Navîn, ku navê jinê hebû lê ew bi xwe tine bû, hebûna wê tine dihat hesibandin, serîrakirina jinê bi tena serê xwe şoreşek e. Di nava jiyana mîna darbest û qefesê ya erdnîgariya Rojhilata Navîn de, bi pêşengiya jinê hişyariyeke nû rû dide.
Ya ku li Kobanê di şexsê YPJ'ê de derket holê, li çiyê di şexsê YJA Starê de rû da, ev e. Bi rakirina çek, bi teqandina fîşekê ji aliyê jinê ve, her tiştî ji nişka ve nagiuherîne. Ji bo vê guhertinê pêwîstî bi zîhniyet û nasnameyê heye. Eger azadî wê pêk were, ev bi jinê, bi pêşengiya jinê dibe. Em vê yekê li Rojhilata Navîn kêlî bi kêlî ava dikin. Ne tenê li Kurdistanê. Û li ser vê bingehê gelek rêxistinbûnên jinan ên li dijî faşîzmê hene ku tê dikoşin. Em ji ber vê yekê 8'ê Adara 2017'an bi pitevahiyeke xurt a enternasyonal û yekîtiyeke têkoşînê li ser bingeha hilweşandina faşîzmê, bi rêxistinbûn û asteke xurt a çalakiyan pêşwazî dikin. Yanî li ser bingeha rêxistinbûn, yekîtî û çalakiyê, em bi plana azadiya jinê û civakê pêşwazî dikin."
Ronahî Serhat da zanîn, ku jinan li erdnîgariya Kurdistanê dîtin bê bi rêxistinbûnê dikarin çi bafirînin û got, "Û wan bi xwe afirandin. Têkoşîneke jinê ya civakîbûyî heye. Ev yek hêza herî mezin e. Ji bo civakê û hemû jinan hêz çi ye? Hêzeke ku parastina rewa bi rêxistin dike heye. Xwedî îdeolojiya jinê, rêxistinbûnên cuda ye. Ev gelekî girîng e."
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat bang li hemû jinan kir ku li dijî faşîzmê têbikoşin û anî ziman, sala 2017'an wê bibe sala têkoşîneke xurt. Serhat got, "Wê bibe sala têkoşîneke mezin a li dijî faşîzmê. Sala me ya têkoşînê ya 8'ê adara 2017'an wê bibe sala azadî û şoreşê. Ez careke din li ser navê Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi coşa şoreşê hemû jinan silav dikim û serketinê ji wan re dixwazim. Ya bi ser bikeve wê têkoşîna azadiya jinê be, mirovahî be, nirxên mirovahiyê yên li Rojhilata Navîn ji nû ve zindî dibe, be."