Serhad: Jin çendî rêxistiniya xwe bike mêr neçarî guherînê dibe

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed got,''Bi PKK'ê re xuya bû, têkoşîna jinê her ku rêxistinî dibe mêr jî diguhere''.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed di Stêrk TV de, di bernameya 'Rojeva Jin'ê de axivî, bi wesîleya salvegera damezirîna PKK'ê di têkoşîna 40 salî de li ser rista jinê û guherîn-veguherîna wê axivî.

Serhed got PKK li gel îdeolojîk, leşkerî û polîtîk partiyeke felsefî û civakî ye û diyar kir sedema derketina PKK'ê mijara man û nemanê ya Kurdan e. Serhed diyar kir li dijî dîroka ku şaş hatî nîşandan, li ser înkarê ava bûyî, weke zanista dîrokî ya dijber derketiye holê û dîroka rastî raxistiye ber çavan.

Serhed her wiha got bi damezirandina PKK'ê rêxistiniya azadiya jinê jî mayinde bûye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şoreşên din cudatir pirsên jinê jî mîna pirsa çînayatî û netewayatiyê dîtiye û têkoşîna vê daye. Ronahî Serhed got Ocalan kir ku têkoşîna jina Kurd di qada navnetewî de jî were dîtin.

'ZILAM NEÇAR DIBE KU BIGUHERE'

Serhed diyar kir Ocalan bi têkoşîna xwe ya li dijî zilamê klasîk û jina ku hatî kole kirin bi dehan dahurandin kirine û got, ''Rêber Apo ne tenê ji bo ku me biguherîne, ji bo ku civakê bi giştî viguherîne hewldaneke mezin da. Di televizyonan de, di weşana zindî de jî, nêzîkatiya zilaman a li hevjîna wan, a li keçên wan rexne dikir û ji rêgezên xwe nedihate xwarê. Serhed li ser veguherîna zilêm jî got, ''Ya ku wê zilêm biguherîne rêxistiniya jinê ye. Jin her ku rêxistinî bibe, zilam hay ji vê çêdibe û neçar dibe ku biguhere.''

'SARA JI JINAN RE DIBÛ BERSIV'

Serhed li ser rista Sakîne Cansiz (Sara) ku ji damezirîna Tevgera Azadiya Kurd heta bi şehîdbûnê li eniyên pêş ên têkoşînê bû, got, ''Heval Sara ji ber ku malbata klasîk, jin-mêrê klasîk, zewaca klasîk red kir, têkoşîna ku dayî ji jinan re, ji bo pirsa ''mirov çawa azad dibe?'' dibû bersiv.

'PKK'Ê DÎROKEKE NÛ NIVÎSÎ'

Serhed diyar kir PKK'ê bi rengê 'beriya 78'an û piştî wê' dîrokeke nû nivisiye, di nav civakê de guherîneke sed ji 100'î ava kiriye, qebûlnekirina vê wê reva ji rastiyê be û sedema êrîşa hêzên navnetewî jî ev guherîn e.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed herî dawî li ser biryara li ser 3 rêveberên PKK'ê jî got, ev biryar di şexsê wan de li ser hemû gelan e.