Sembola jina şerker û şoreşger: Arîn Mîrkan

Ji bo kesên ku digotin “Kobanê ket, dikeve” jineke li Miştenurê cîhan xiste nav kenê xwe, di 5’ê Cotmehê de bi gotina “Jinên Kurd hîn gotina xwe ya dawî negotiye” bersiv da.

Dîroka gelê Kurd xwedî mîrateyeke bi têkoşîn, berxwedaniya pêşengiya jinan dagirtî ye. Di sedsala 21’emîn de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser asta Kurdistanê û cîhanê bûn sembola jinên şerker, welatparêz, şoreşger û wêrek. Şervanên YPJ a di 4’ê Nîsana 2013’an de hat damezrandin, bi rengekî fermî beşdarî nava şerên li herêmê bûn û li dijî êrîşên çeteyên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra, DAÎŞ’ê û dewleta Tirk welatê xwe parastin.

Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin. Li dijî êrîşan şervanên YPJ û YPG’ê her wiha bi dehan welatparêzan cihê xwe di çeperên şer de girtin, şerê mayîn û nemanê kirin. Şervanên YPJ’ê ku bi vîn, hêz û hebûneke xurt şer dikirin, pêşengiya nûjenkirina xeta fedayî kirin.

JI HERÊMÎ BER BI NAVNETEWEYÎ VE BÛ PIREK

Ji bo kesên ku digotin “Kobanê ket, dikeve” jineke li Miştenurê cîhan xiste nav kenê xwe, di 5’ê Cotmehê de bi gotina “Jinên Kurd hîn gotina xwe ya dawî negotiye” bersiv da.  Arîn Mîrkan a li Kobanê bû serdemeke nû careke din bi bîr xist ku “Yên li ber xwe didin gotina dawî dibêjin” ji herêmî ber bi navneteweyî ve bû pirek.

BÛ NAVÊ NÛ YÊ ŞOREŞÊ

Dema behsa berxwedana Kobanê ya ku weke “Deriyê hêviyê” yê serdemê tê binavkirin, dîrok beriya çalakiya Arîn Mîrkan û piştî çalakiya Arîn Mîrkan dibe du beş. Di rojên ku dagirkeran gav bi gav bajar digirt, dengê ku berxwedaneke nû derxist holê, di 5'ê Cotmehê de li Girê Miştenûra bû sembola bajêr, hat. Dema ku hê navê wê li hemû parzemînên cîhanê weke ‘navê nû yê şoreşê’ nebûbû sembol, çalakiya jinê deng veda.

CIHÊ XWE DI NAVA DÎROKÊ DE GIRT

Xwediya çalakiyê yek ji şervanên ciwan ên YPJ'ê Arîn Mîrkan (Dilar Gencxemis) bû. Ev dengê ku di Miştenûrê de deng veda, piştre li gelek parzemînan di nava jinan de weke 'bersiva gavê' hat şîrovekirin. Piştî çalakiya Arîn Mîrkan rojek şûnde serhildanên 6-8’ê Cotmehê qewimîn û piştî berxwedana 136 rojan Kobanê hate rizgarkirin. Mizgîniya serkeftina Kobanê û têkçûyîna DAÎŞ’ê, ji aliyê şervanekî YPG’ê ve hat ragihandin. Şervanê YPG’ê, piştî êrîşên bi 134 rojan, di 26’ê Çileya 2015’an de serketina Kobanê wiha ragihand: “26’ê meha Çile 2015. Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqe.”

Eger berxwedana Kobanê weke navê nû yê berxwedanê di dîrokê de hebe, bêguman Arîn Mîrkan weke xala werçerxa vê berxwedanê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Îro li seranserî Kurdistan û cîhanê Kurdan navê zarokên xwe Arîn Mîrkan danîn û datînin.

JIYANA NÛ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî rizgarkirina Kobanê di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de serkeftina azadkirina Kobanê pîroz kir û gotibû: “Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi giyanê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin.”