'Sedema kuştina jinan, polîtîkayên AKP'ê ye'
Aktîvîsta TJA'yê Nevriye Çûr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê û anî ziman ku kiryar ji polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê digirin. Nevriye Çûr got, "Sedema kuştina jinan, polîtîkayên AKP'ê ye."
Aktîvîsta TJA'yê Nevriye Çûr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê û anî ziman ku kiryar ji polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê digirin. Nevriye Çûr got, "Sedema kuştina jinan, polîtîkayên AKP'ê ye."
Di 19 salên desthilatdariya AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin. Di demên dawî de jin jî ji bo ku karibin bijîn xwe diparêzin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nevriye Çûr, polîtîkayên AKP'ê yên ku têkoşîna jinan dikin hedef û xweparastina jinan a li hemberî kuştinê nirxand.
'QIRKIRINA CINSÎ'
Çûr anî ziman ku ji dîrokê ve jin li dijî tundî, tacîz û tecwûzê di nava têkoşîna berxwedanê de ye û wiha axivî: “Li hemberî hemû êrişên li ser jinê, çand, xweza û civakê de jin timî xweparastin xistine dewrê û xwe parastine. Ji ber ku kujerên jinan nayên sizakirin li Tirkiyeyê qirkirina cinsî pêk tê. Sedema herî mezin a vê qirkirina cinsî polîkayên AKP'ê yên li ser jinan e. Lewra bi pakêtên darazê, bi qanûnên efûyê kesên jinan dikujin hatin berdan. Di bûyeran de bilêvkirinên mêran nêrîna AKP'ê dide der û pakêtên wan ên darazê jî bi heman awayî ne. Mêrek radibe diêje, 'Ez ê te bikujim û du sal bi şûn de ez ê bêm berdan.' Ev yek rasterast pratîka desthilatdariyê ye. Di demên dawî de jî jin ji bo ku bikarin bijîn xwe diparêze."
Çûr da zanîn ku bi pêvajoya şewbê û vir de jî tundî û komkujiyên li dijî jinê her ku çû zêde bû û wiha pê de çû: "Di vê demê de hikûmetê bê ku ti ewlehiyê bistîne jin neçarî hundirê malê de kir û vê demê de jî mêrên hêzê ji desthilatdariyê digre ketin dewrê û bi dehan jin qetilkirin."
'DESTHILATDARÎ JINÊN TÊKOŞER DIKE HEDEF'
Çûr destnîşan kir ku jinên têkoşer di hedefa desthilatdariyê de ne û wiha dom kir: "Destpêk gerîlaya jin a bi navê Ekîn Wan li Wanê di encama şer de jiyana xwe ji dest da û bedena wê hate teşîrkirin. Li Amedê aktivîsta TJA Rojbîn Çetîn bi saetan rastî êşkenceya polîsan bi kûçikan hate. Polîsên êşkencekar nehatin darizandin û berovajî wê parêzera ku dîmenên êşkenceyê parve kir rastî lêpirsînê hat. Ev êrîşên di demên dawî de li dijî jinan, êşkeceya girtîgeha Amedê ya bi rêbaza Esat Oktayî tîne hîşê mirovan. Ji bo jin paşde gavan bibavêje bi hemû rêbazên êşkeckar û hovane êrîş jinên têkoşer dike. Ev polîtîkayên dewletê ji salên 1980’an û vir de berdewam dike.
Dîsan girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dixwazin têkoşîna jinan lewaz bikin. Têkoşîna jinê derbek mezin li feraseta mêr daye. Desthilatdariya ku destetiyên me tehemûl nake, hewl dide bi binçavkirin, girtin û girtîgehan me çavtirsandî bike. Lê her ku ew kesekî ji me digirin, em dibin hezar. Ji lewra em nîviyê civakê ne."
'LI KURDISTANÊ LI DIJÎ JINAN POLÎTÎKAYEK TATBET TÊ MEŞANDIN'
Çûr bal kişand li ser polîtîkayên dewletê ên li Kurdistanê li ser jinên ciwan tê meşandin û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: "Li Êlihê jina ciwan a bi navê Îpek Er bi rojan ji aliyê çawîşê pispor Mûsa Oran ve hate desteserkirin û bi rojan rastî tecwûzê bû. Li gel belge û Îpek Er li pişt xwe name hiştî Mûsa Orhan nehat darizandin. Li gel bertek û têkoşîna jinan doz lê hat vekirin û hate girtin. Lê mixabin girtin û berdana wî heman bû. Ji ber ku jina jiyana xwe ji dest da jineke Kurd bû û tecawûzkar jî çawişê pispor bû. Bi dehan mînakên wiha hene, li Dêrsimê jî xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku ji aliyê kurê polîs ve hate windakirin, di vê bûyerê de ti kes nehat darizandin û ji salekê zêdetire Gulistan winda ye. Lê kujer li derve ye. Li Kurdistanê dewlet li dijî jinên ciwan ên Kurd polîtîkayên taybet dimeşîne."
'AN BIMIRE AN JÎ BIKUJE'
Çûr anî ziman ku desthilatdarî bi polîtîkayên xwe ji jinan re dibêje "an tu yê bimirî an jî tu yê bikujî." Çûr destnîşan kir ku dewlet, jinê naparêze û got: "Jina ku ji ber tahde lê hatiye kirin mêr dikuje, ji mêrê ku jinê dikuje bêtir tê sizakirin. Di vir de em dibînin ku pergaleke darazê ya nêrza heye. Li jineke ku ji bo nemire û zaroka xwe biparêze mêr dikuje, sizayê muebeta giran tê birîn. Mînak, rewşa Melek Îpekê ku ji ber tahde lê dihat kirin hevjînê xwe Ramazan Îpek kuşt û bi sizayê muebetê tê darizandin. Daraza mêran li dijî mêran qanûnên parastinê dixe dewrê û li dijî jinên ji sizayê muebatê dide.
'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ, DIVÊ JIN BI HER AWAYÎ XWE BIRÊXISTIN BIKIN'
Dema ku jin li dijî tundiyê serî li saziyên hiqûqê dide jî bê bersiv dîmene. Tenê îfade tê girtin û dest ji mijarê tê berdan. Heta ku jin ji aliyê mêr ve tê qetilkirin. Li dijî polîtîkayên dewletê yên li ser jinê û li dijî hişmendiya nêr divê jin di her alî de xwe birêxistin bike û xwe biparêze."