Sê jin hêjayî xelata afirîneriyê ya herî baş hatin dîtin

Du jinên Fransî û jineke Swîsreyî ji Ofîsa Patentê ya Ewropayê xelata afirîneriyê ya herî baş ên 2022'an wergirtin.

Du jinên Fransî kîmyager Claûde Grgîson û îmmunolog Elodîe Belnoûe tevî endezyara Swîsreyî Madîha Deroûazî, ji Ofîsa Patentê ya Ewropayê (EPO) xelata afirîneriyê ya herî baş ên sala 2022'an wergirtin.

Claûde Grîson bi saya nebatên ku metalê dixwe, bi karê xwe yê li ser afirandina molekulên kîmyewî yên nû û paqijkirina xakê ji madenê, di kategoriya 'lêkolînê' de hêjayî xelatê hate dîtin.

Elodîe Belnoûe jî ku li Nexweşxaneya Bîchat a li Parîsê li qada îmmunolojiyê xwendekareke berê ya doktora ye û niha li şîrketa Swîsreyê Amal Therapeûtîcsê (Boehrînger Îngelheîm) dîrektora lêkolînê ye, tevî hevala xwe ya Swîsreyî ya endezyara biyoteknolojiyê Madîha di kategoriya KOBÎ de hêjayî xelatê hate dîtin.

Deroûazî li dijî cûreyên cuda yên kanserê ji bo hilberandina derziyên dermankirinê platformeke tibî ya nû ava dike.