Sê ji pênc parên jinên Tirkiyeyî yên li Awûstûryayê naxebitin
Li gorî daneyên hatin eşkerekirin, rêjeya tevlîbûna jinên Afgan, Sûriyeyî û Tirkiyeyî li nava kar, gelekî kêm e.
Li gorî daneyên hatin eşkerekirin, rêjeya tevlîbûna jinên Afgan, Sûriyeyî û Tirkiyeyî li nava kar, gelekî kêm e.
Medienstelle Neue Osterreicher/innen bi wesîleya 8'ê Adarê daneyên Statistik Austria weşand.
Li gorî vê yekê, ji sedî 70 ê jinên Awûstûryayî û ji sedî 77 ê mêrên Awûstûryayî kar dikin. Lê belê ev rêje di nava jinên koçber de kêmî ji sedî 43 ê nîveka welêt e.
Di nava jinên koçber ên kar nakin de, bi rêjeya ji sedî 75'an jinên Sûriyeyî di rêza yekemîn de ye. Di nava jinên Afgan de ev rêje ji sedî 56, di nava jinên Tİrkiyeyî de ji sedî 58 e.
Li Awûstûryayê, ku nifûsa xwe 8,7 mîlyon e, rêjeya koçberan ji sedî 22 ye. Kevneşopî û rêjeya bilind a jidayikbûna zarokan weke sedemên sereke yên karnekirina jinên koçber tê nîşandan.