'Sara şerê azadiyê ye, ya ku ji Rojava digihêje têkoşîna jinan a cîhanê'

Jinên ku di Festîvala Jin û Çandê ya Sakîne Cansiz de hatin gel hev, peyama “Sara û rêhevalên wê yên li Rojava şer dikin, pêşengên têkoşîna jinan ên cîhanê ne” dan.

Festîvala Jin û Çandê ya 4’emîn ya ku ji bo bibîranîna Sakîne Cansiz (Sara) a ku kadroya damezirîner a PKK’ê bû û li paytexta Fransayê li Parîsê hatibû qetilkirin, li bajarê Swîsreyê yê Zurîhê dest pê kir. Festîval bi pêşengiya sazî û rêxistinên wekî Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, Kasama, Labyrinthplatz, Mor Vereîn, Partiya Sosyalîst, Al Alternatîve Lîste, Fraûn Cafe, Medico Înternatîonal, Basta, Partiya Keskan, Solîfonds, WILPF Schweîz Înternatîonal Womens, Tev-Çand-Jin, Kongra Star û Free Nekane tê lidarxistin.

Li qada festîvalê di gelek konan de çalakiyên cihê tên kirin û di destê sibehê de panela li ser ‘jin û xweparastin’ê hate lidarxistin. Di panelê de qala cihê Sakîne Cansiz a di têkoşîna jinê de hate kirin.

‘LI HEMBERÎ HER CURE ŞÎDDETÊ DIVÊ XWEPARASTIN PÊK WERE’

Di panelê de li ser navê Tevgera Jinan a Kurd Rojda Yildirim axivî û diyar kir ku bêyî rêxistinbûnê xweparastin nikare pêk were. Yildirim diyar kir ku her deqîqe li cîhanê jinek tê kuştin an jî tecawizê wê kirin û got, “Jin bi xweparastineke birêxistin dikarin li hemberî her cure şîddetê têbikoşin û ev mafê herî meşrû yê jinan e.”

‘SAKÎNE NAVÊ ŞERÊ ME YE’

Berdevka Tevgera Jinan a Kurd a Swîsreyê Semra Aytaş di destpêkirina festîvalê de axivî. Aytaş qala jiyana Sakîne Cansiz kir û diyar kir ku Cansiz gelek tevkarî li têkoşîna jinan a li cîhanê kiriye. Aytaç got, “Sakîne Cansiz, navê şer û berxwedana jinên Kurd e. Jiyana Sakîne her şer bû, ji bo me jî Sakîne navê şerê me ye.”

 

BIRAYÊ CANSIZ: SARA LI ROJAVA ŞER DIKE

Di festîvalê de birayê Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz axivî û qala sergirtina dosyeyê ya ji aliyê Fransayê kir. Birayê Cansiz got ku, “Kî çi dike bila bike wê nikaribin pêşiya têkoşîna Sara û rêhevalên wê bigirin. Sara îro li Rojava ye, di têkoşîna jinên şervan de ye.”

Di festîvalê de di gelek çalakiyên bi zimanê cihê de, kêşeyên jinan ên li cîhanê hatin nîqaşkirin.

Piştî çalakiyan pêşandanên dans û folklorê hatin kirin û piştre jî hunermend Bêrîvan Arîn û Eylem Akdaş derketin ser dikê.