Sara, Rojbîn û Leyla li Başûrê Kurdistanê hatin bibîranîn

Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger li Ranyayê meşek çêbû. Li Mexmûrê jî belgefîlmek a bi mijara jiyana Sakîne Cansiz hate nîşandan.

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endamê Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ku 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Silêmanî, Ranyayê bi meşekê hatin bibîranîn.

Di meşê de RJAK, Tevgera Azadî, Meclîsa Raperîn a Kurdên Rojava û aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê yên siyasî û sivîl amade bûn.

Endama RJAK’ê Bala Omer daxuyanî xwend û diyar kir, her sê jinên Kurd ên pêşeng û şoreşger bi komployeke navdewletî hatin kuştin.

‘KESEK WÊ NIKARIBE ME BÊDENG BIKE’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ne rasthatinek e ku her sê jinên Kurd ên şoreşger hatin kuştin. Bi taybetî jî Sakîne Cansiz kiribûn hedef. Ji ber ku hebûna Sakîne Cansiz a salên 80’yî ji dijmin re bûbû tirs û xof. Sakîne Cansiz li zindana Amedê li dijî her cure êşkence û zextê li ber xwe daye û bûye sembola têkoşînê û bi ser ketiye.

Her çendî dewleta Tirk bi senaryoyên cur bi cur bixwaze ser vê komkujiyê bigire û mirina kujer Omer Guney derxîne pêş jî, ev rewş rastiyê naguherîne. Bi van hewldanan armanc dikin ku me bêdeng bikin û li kujeran jî xwedî derdikevin. Em ê ti caran bêdeng nemînin û ti kesek bi van planan wê nikaribe me bêdeng bike.”

Ronahî Sine jî li ser navê aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê yên siyasî û sivîl axivî û bang li Fransayê kir û got, “Em bang li Fransayê dikin ku êdî bi dewleta Tirk a dagirker re bila di nav peymanekê de be û pê re li hev neke.”

Sine bi berdewamî got, “Dewleta Tirk dizane bê ka vîna jina azad çendî xurt e. Ji ber vê sedemê jî ji xebatên jinên azad, ji têkoşîna wan ditirse. Dibistana ku Sakîna Cansiz hîmê wê daniye êdî mezin bûye, gihiştiye asteke wiha ku jin pêşengiya wê dikin.”

LI DIJÎ FRANSA HELWEST

Nûnera Kongra Star Nirîvan Misko diyar kir, 4 sal di ser komkujiyê re derbas bûne û hê jî ji bo ronîkirina komkujiyê ti geşadeneke çênebûye û bi berdewamî got: “Ji bûyerê tişta ku tê fêhmkirin destê Fransayê jî di vê komkujiyê de heye. Dewletên Ewropa û Fransa li hêlekê xwe wekî navendên mafê mirovan destnîşan dikin, lê li hêla dî jî ser bûyerên bi vî rengî jî dinixumînin. Ji ber ku di vê bûyerê de xwe bêdeng dike em dewleta Fransa şermezar dikin.”

Nûnera Tevgera Azadî, a Herêma Raperîn Şemal Hesen jî bi bîr xist ku dewleta Tirk ji mêj ve ye hewl dide ku gelê Kurd tine bike û diyar kir, kuştina Sakîne, Fîdan û Leyla jî ya li Parîsê berdewama van komkujiyan e.

Hesen wiha got: “Gelê Kurd li dijî van komkujiyan bêhtir xwe xurt dike, têkoşîna xwe geştir dike. Tekane rêya ku van êrîşan pûç bike ew e ku Kurd yekîtieya xwe ya netewî pêk bînin. Li ser vê zemînê em ê jî di rêka heval Sakîne Cansiz de biçin ku di vê rêyê de canê xwe feda kiriye.”

MEXMÛR

Li Mexmûrê jî ji bo bîranîna sê jinên Kurd ên şoreşger belgefîlmek a bi mijara jiyana têkoşîna Sakîne Cansiz hate nîşandan.