Salvegera 45’emîn li Parîsê bi coş hate pîrozkirin

45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li banliyoya Evry a Parîsê bi coş hate pîrozkirin. Endamê KNK’ê Adem Ûzûn wiha got: “PKK mîlada ji dayikbûna Kurdê azad e, hêviya azadiyê daye hemû mirovahiyê.”

Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pîrozbahiyekê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry ve hate lidarxistin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Pola û Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry’ê gel silav kirin.

Piştre koma muzîkê ya girêdayî Navenda Civaka Kurd a Evry’ê û koroya zarokan derketin ser dikê. Koroya herêmî û koma muzîkê rastî eleqeyek zêde hat.

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn axivî û qala girîngiya damezrandina PKK’ê kir. Ûzûn wiha got: “PKK mîlada ji dayikbûna Kurdê azad e. PKK’ê hêviya rizgarî û azadiyê daye hemû mirovahiyê.” Piştî axaftinê dirûşme hatin berzkirin û çepik hatin lêxistin.

Pîrozbahî piştî konsera Îbrahîm Qamişlo û Seyda Perînçek, bi govend, dirûşme û fîşekên hewayî bi dawî bû.