Şahidên artêşbûna jinê qala vê artêşbûnê kirin
Ji fermandarên YJA Starê Rûken Sêrt û Roza Welat, qala artêşbûna jinê ya di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de kirin.
Ji fermandarên YJA Starê Rûken Sêrt û Roza Welat, qala artêşbûna jinê ya di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de kirin.
Dîroka têkoşîna jinên şoreşger ên cîhanê, bi afirînerî, berdêl, fedakarî û berxwedanên mezin dagirtî ye. Bi têkoşîna jinê ya li dijî bêvîn hiştinê re, pêşî li têkçûna civakê jî tê girtin. Navê vê têkoşînê têkoşîna hebûnê ye.
40 salên têkoşîna azadiya jinên Kurd, ku bi dirûşma 'azadiya jinê azadiya civakê ye' bi rê ve çû, bêguman di nava dîroka têkoşîna azadiya jinan de xwedî cihekî girîng û diyarker e.
Destketiya sereke ya vê yekê, bêguman artêşbûna jinê ye, ku li cîhanê mînaka xwe ya duyemîn nîne. Li ser vê mijarê em jî bi fermandarên YJA Starê Rûken Sêrt û Roza Welat re axivîn.
Rûken Sêrt, di sala 1991'ê, Roza Welat jî di sala 1993'an de tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn.
Rûken Sêrt bibîr xist, ku jinan hê di dema koma destpêke de cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girtin û di kongreya damezrandinê ya PKK'ê, rêxistinbûnên destpêkê yên nava gel, karên propagandayê û di berxwedana zîndanan de her tim jin hebûn.
Sêrt anî ziman, ev tevlîbûn kêm bû û di salên 90'î de tevlîbûna jinan êdî derket asta girseyî. Sêrt diyar kir, dema ku ev rewş li gorî rastiya Kurdistanê tê nirxandin, hingî tê dîtin ku ev tevlîbûn bi xwe şoreş e.
Sêrt da zanîn, tevlîbûna zêde ya jinan bingeheke xurt ji artêşbûna jinê re amade kir û got, "Ji ber ku manga bi manga, tîm bi tîm, biçûk jî be me rêxistinbûna xwe ya xweser pêk anîn. Tevî vê yekê pozîsyona jinê ya di nava şer de jî xurt bû bû. Di nava baskên êrîşê de cih digirt û dibû xwedî tecrûbeyeke xurt a şer. Bi tevlîbûna xurt a jinê li şerê Başûr ê 92'an re, nasnameya xweser, hêza jinê bêhtir xuya kir û jinê hedefên xwe mezin kir."
Sêrt diyar kir, îdîaya wan a ji bo hilanîna tolê ji sîstema bi serdestiya mêr mezin bû û destnîşan kir, ku tecrûbeyên wan di vê têkoşînê de bi dest xistin, rê li ber jiholêrakirina zehmetyan vekir û wan nîşanî her kesî dan ku dikarin bi ser bikevin.
Rûken Sêrt got, "şoreşa PKK'ê jib o jinan gelekî watedar û nirxekî bingehîn e. Hem hêvî bû, hem jî roj. Lê herî zêde ji nû ve afirandin bû û me nikarîbûn dest ji vê berdin."
Roza Welat da xuyakirin, ku di salên ew tevlî nava refên têkoşînê bû de, wan bi rengekî xweser xwe bi rêxistin dikirin, bi cih dibûn û got, "Ji bo rêxistinbûna xweser me gav avêt. Di destpêkê de me zor û zehmetî kişand. Lê belê ji ber ku em xweser bûn, ev yek hê watedar dibû. Wekî din, me hêz ji nêrîn û gotinên hev digirt.
Yanî em ne tenê li dijî dijmin; di heman demê de li dijî paşverûtiya xwe, nezantiya xwe û li dijî nêzîkatiya feodal a mêr têdikoşiyan."
Rûken Sêrt di rêxistinbûna xweser de bal kişand ser sekn û keda Bêrîtan û Azîme û got, "Sekna wan a fermandariyê hêz dida me. Tecrûbeyên wan em mezin dikir. Wekî din pêşengiya berxwedanê ya haval Sara jî li vê zêde dibû.
Di diyarbûna baweriya me de para sekin û biryardariya lehengên destpêkê yên mîna Dîlan Dêrik, Dîcle Botan, Bêrîvan Goyî jî hebû."
Sêrt ragihand di sala 1992'an de jin li qadan belav bûn û li herêmên Garzan, Botan, Zagrosê rêxistinbûna xwe ya xweser kirin.
Rûken Sêrt anî ziman, di destpêkê de jinan cihê xwe di nava rêveberiyên herêman de girtin û tabûrên xwe ava kirin.
Roza Welat jî got, "Cihê min ê wezîfeyê di destpêkê de li Botanê bû. Rêxistinbûna xweser li wê derê hê nû dihat kirin. Bicihbûn, perwerde û hêza bejahî xweser bû. Me yekîneya xwe ya destpêkê ava kiribûn. Ev yek rewşeke diyarker bû. Bi perwerdeyên zivistanê re me hem ji aliyê leşkerî hem jî îdeolojîk ve xwe xurt dikir. Wekî din hevalên tecrûbeyên xwe yên şer hebûn, bi me re bûn. Van hevalên me yên jin ên xwedî tecrûbe hêzeke xurt didan me.
Roza Welat bal kişand ser operasyona bihara sala 1994'an û destnîşan kir, ku jinan bi sekna xwe ya xurt, êrîşa dijmin şikandin. Welat da xuyakirin, ku 6 hevalên wan ên jin ên di nava tabûra wan de, di vê operasyonê de bi berxwedaneke bêhempa jiyana xwe ji dest dan û ragihand, vê berxwedêriya jinê têgihiştina 'jin nikare şer bike' ya mêr, têk bir.
Roza Welat da zanîn, ku di vê pêvajoyê de hem wan ji şer tecrûbe dikir, hem jî hêz didan hev û got, "Di zivistana her salê de em bi rengekî xweser bi cih dibûn û me hêza xwe parve dikin. Û me bi xurtî dest bi her biharê dikir."
Rûken Sêrt da xuyakirin, ku artêşbûyîna wan beriya her tiştî mafekî hemû jinan û gelên bindest e û got, "Ji ber ku rêxistinbûneke sosyalîst e. Îdeolojî û çeka me ji bo vê yekê ne. Û em ji ber vê yekê xurt bûn."
Sêrt anî ziman, ku artêşbûna jinê îro li gelek qadan heye û hêzên YPJ, YJŞ, YPS-Jin û hêzên li gelek deverên din ên cîhanê mînak nîşan da.
Roza Welat jî diyar kir, wan ji têkoşîna jinan a li gelemperiya cîhanê hem ders derxistin hem jî hêz girtin û got, "Me dît ku rêxistinbûna xweser ji bo azadî û rizgariya jinê û gelê me, nebe nabe. Ji ber vê yekê artêşbûna me ji bo hemû jinan bû mertaleke parastinê û nîşan da bê jin dikarin çi bi ser bixînin.
Di dawiya axaftina xwe de Rûken Sêrt û Roza Welat, 8'ê Adarê li jinên kedkar ên cîhanê pîroz kirin.