YJK-E’yê civîna navborî ya salane li dar xist

Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) civîna navborî ya salane li dar xist.

Civîna navborî ya salane bi beşdariya 200 delegeyên ji pêkhateyên YJK-E pêk hat. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û xwendina rapora nirxandina salane destpê kir.

Piştî rapor hat xwendin, li ser navê TJK-E’yê Zeynep Dersim axaftinek kir.

Zeynep Dersim a ku di şexsê Sakîne Cansiz, Evîn Goyî û Zelal Zagros de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û bal kişand ser sala dawî ya têkoşînê.

Zeynep Dersim da zanîn ku sala borî di 23’yê Kanûna 2022’yan de bi qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil li Parîsê dest bi salê kirin û got ku her cure êrîşên faşîzmê hatin jiyîn. Dersim bal kişand ser hevgirtina civakî û têkoşînên ku li dijî wan pêş ketine.

Dersim da zanîn ku dirûşma Jin Jiyan Azadî pêşengiya berxwedana civakî kir û got, “dewletên mêr herî zêde ji jinên pêşeng û berxwedêr ditirsin, lewma jinên pêşeng ên weke Evîn Goyî, Nagihan Akarsel û Zelal Zagros hedef girtin.”

Zeynep Dersim diyar kir ku faşîzm li hemberî destanên têkoşîna gerîlayên azadiyê û berxwedana bi pêşengiya jinan bêçare maye û destnîşan kir ku ji bo vê jî dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd hedef  girt.

Di berdewamiya xwe de Zeynep Dersim da xuyakirin ku civaka Kurd êdî polîtîkayên hevkariyê yên PDK'ê qebûl nake û destnîşan kir ku weke jinên Kurd ên li Ewropayê ew ê êrîşên xiyanet û hevkariyê yên PDK'ê tu carî qebûl nekin û têkoşîna neteweyî ya jinan wê bibe pêşeng. 

Zeynep Dersim çalakiya bi dirûşma 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' hatiye destpêkirin nirxand û diyar kir ku jinên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiya vê pêngavê kirine. Zeynep Dersim diyar kir ku ev pêngav di navenda hemû xebatên TJK-E de ye û got, "Em weke jinên Kurd azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin."

Dersim pêngava "Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" a di 8'ê Adara 2023'an de hatiye destpêkirin nirxand û got, "Tolhildana me ya li hemberî hemû êrîşên faşîzm, desthilatdariya mêr û dewletên mêr wê afirandina şoreşa jinê be."

XEBATÊN SALEKÊ HATIN NIRXANDIN

Piştî axaftina Zeynep Dersim, delegeyan sala têkoşînê û keda wan nirxandin û li ser esasê xurtkirina tevna pergala jinê nîqaş hatin kirin.
Girîngiya gihandina her jinên li Elmanyayê û berfirehkirina seferberiya rêxistinî ya bi îdîaya 'Bila jinek bê rêxistin neyê hiştin' hate destnîşankirin.

Nîqaş di çarçoveya xurtkirina xeta têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û qetlîamên li ser jinan ên di salên dawî de zêde bûne û li dijî komkujiyên siyasî yên li hemberî pêşengên têkoşîna jinê banga mezinkirina têkoşîna hat kirin.

Di civîna navîn de ku xebatên perwerdeyê yên li ser bingeha hişmendiya jinan hatin nirxandin, giranî li ser perwerdekirina hemû meclîs, komun û însiyatîfê bi awayekî sîstematîk hate kirin.
Der barê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî jipirsgirêka Kurd re ‘çareserî”, danezana 8'ê Adarê ya YJK-E, belgeyên Festîvala Şehîd Zîlan û plansaziya li ser bangawaziyê hatin qebûlkirin.

Di encama nîqaş û pêşniyarên civînê de ev biryar hatin girtin.

Di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî  û ji pirsgirêka Kurd re çareserî;

* Li ser esasê mezinkirina têkoşînê ku sala 2024’an bibe sala şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

*Ji bo hemû jinên li her bajarê Elmanyayê bigihînin hemû jinan û li her derê paradîgmaya Rêbertiyê bigihînin her jinê.

*Bi ruhê seferberiyê amadekariyên meşa 17'ê Sibatê ya navenda Kolnê bê kirin.

* Di çarçoveyapêngava "Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" de têkoşîna hevpar a jinan bê berfirehkirin.

*Em 8'ê Adara 2024'an bi awayekî aktîf pêşwazî dikin û di navbera 1-10'ê Adarê de bi rêxistinên din ên jinan re çalakiyan li dar bixin.

*Li dijî pergala serdest a mêr ku jiyanê bi şîdet û qirkirinê dixe bin siya xwe, têkoşînê bilind bikin.

* Ji bo azadiya jinê her kêliyê veguherîne berxwedan û têkoşînê.

* Li hemberî şîdeta dewletê û mêran xweparastina xwe pêş bixin û rêxistinbûnê mezin bikin.

* Li dijî tacîz, destavêtin û kuştina jinan bi hev re têbikoşin û îdiaya xwe ya şoreşa jinê gerdûnî bikin.

* Li dijî polîtîkayên cinsiyetparêz ên di civakê de ji aliyê pergala serdest a mêr ve tên kirin Konferansa Têkoşîna li dijî Zayendîparêzî bû li darxistin.
*Li ser esasê mezinkirina rêxistinbûna jinê bi rihê seferberiyê xwembigihînin her jinê.

*Li ser esasê pêşxistina pergala jinê xurtkirina xebatên avakirinê.

*Li ser esasê îdeolojiya azadiya jinê xebatên perwerdehiyê bigihînin raya giştî û berfireh bikin.

*Di 15'ê Hezîranê de 18'emîn Mîhrîcana Jinê ya Zîlan bê lidarxistin.