Li Başûr rojnamevanên jin bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin

Hate ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê rojnamevanên jin ji aliyê hevpişeyên xwe yên mêr ve rastî cihêkariya zayendiya civakî, tacîz û binpêkirinan tên.

Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan rapora xwe ya sala 2023’yan a li ser azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê eşkere kir û tê de lêkolînek zanistî ya li ser astengiyên ku jin di qada ragihandinê re rûbirû dibin ku ji aliyê xwendekara doktorayê û lêkolînera Navenda Metro Hejan Xalid ve hatiye amadekirin, hate pêşkêşkirin.

Li gorî encamên lêkolînê pirsgirêkên cudakariya zayendî, tacîz, kêmbûna asta beşdarbûna jinan di postên bilind de, tundî, çand û civak, di medyayê de di astên cuda de ji bo jinan pirsgirêk û astengî çêkirine.
Her wiha derket hole ku piraniya dezgehên çapemeniyê yên li Herêmê ji bo çareseriya pirsgirêkan ne xwedî siyaseteke nivîskî ne û piraniya jinên rojnamevan fikra terikandina cihê kar kirine û yên din jî di bin zextên derûnî de xebatên xwe domandine.
DI SAZIYAN DE HIKUMRANIYA MÊRAN SERDEST E
Lêkolîna zanistî, li ser bingeha rêbaza ankêtê li gorî dîtina 92 jinên bi awayekî rasthatinî di saziyên çapemeniyê de, armanca lêkolînê nîqaş dike.
Di beşa yekem a lêkolînê de, derbarê agahiyên şexsî yên weke temen de, hat encamdan ku ji sedan 53,3’yê beşdaran di bin 29 salî de, ji sedan 26,1 di navbera 30 û 34 salî de, ji sedan 14,1 di navbera 35-39 salî de ne, ji sedan 3 ji beşdaran di navbera 40 û 44 salî de ne û rêjeya herî kêm jî ji sedan 2,2 ji 45 heta 49 salî ye.
Li gorî lêkolînê ti beşdarvanên anketê di ser temenê 50 salî re nine. Her çiqasî amadebûna jinên ciwan erêniye, lê nebûna jinên bi ser temenê 50 salî re, di hebûna kesên bi ezmûn de valehiyê çêdike. Sedema vê jî hate diyarkirin ku dezgehên ragihandinê di destpêkê de dibin hegemonya zilaman de bû û derfetên herî kêm ên karkirinê ji bo jinan dihate dayîn.
Her wiha hate destnîşankirin ku piraniya nimûneyan ji sedan 47.8’ê wan xwediyê bawernameya lîsansê ne, ji sedan 37’ê wan xwediyê dîplomayê ne, ji sedan 5.4’ê wan bawernameya masterê hene, beşdarvanek tenê bawernameya bingehîn heye û ti kesê doktora nine.
Piraniya jinên ku di nava dezgehên ragihandinê de li televizyonan kar dikin ji sedan 56.5, ji sedan 23.9 di malper û platformên civakî de kar dikin, ji sedan 12 di kovar û rojnameyan de û ya herî kêm jî ji sedan 7.6 di radioyan de kar dikin.
Di warê sernavên pîşeyî de, tenê ji sedan 2’yê beşdarên lêkolînê pîşeyê rêvebiriya dezgehên ragihandinê hene û piraniya jinan xwedî erkên pêşkêşiyê ne ku ev rêje ji sedan 30,4 e.
Di derbarê vê yekê de hate ragihandin ku piraniya agahdarî û nûçeyên ku têne çêkirin û sererastkirin ji perspektîfa mêran ji civakê re têne ragihandin ku ev yek bi lêkolînên li ser cihêkariya zayendî ya di medyayê de hevaheng e û derketiye holê ku medya bi gelemperî li cîhanê giştî medyayek a mêran e.
Derbarê pirsgirêk û astengiyan de, mijara duyem a lêkolînê de hate ragihandin ku ji sedan 55.4’ê beşdarvanan di wê baweriyê dene ku di dezgehên ragihandinê de asteke bilind a cudakariya zayendî heye.
Her wiha ji sedan 55.4’ê beşdarvanan di wê baweriyê de ne ku jin û keç di dezgehên ragihandinê de rastî tacîzê tên û ji sedan 51.1 jî di wê baweriyê de ne ku asta tundûtûjiya li dijî jinan di ragihandinê de bilind e ku ev yek metirsiyek ciddî dixe li ser pîşeyê jinan û wan dixe bin zextek giran a derûnî de. Ev yek jî dibe sedem ku jîngeheke xebatê ya metirsîdar derbikeve holê û di dema borî de gelek dozen di vî warî de hatine qeydkirin û belavkirin.
Ji sedan 43.4 jî diyar dikin ku çand û têgihiştina civakê astengî ji jinên rojnamevan re derdixîne.
Di lêkolînê de hat dîtin ku ji sedî 63’ê dezgehên ragihandinê di derbarê cudakariya zayendî de ne xwedî siyaseteke nivîskî ne û ev jî dibe sedem ku jin ji maf û erkên xwe agahdar nebin.
Ev hemû îspat dikin ku jin di nava mal û malbatê de bi tundiya fîzîkî, derûnî û aborî re rû bi rû dimînin. Lê dema ku vedigerin civakê û warên pîşeyî de, dîsa bi heman metirsiyê re rû bi rû dimînin, lê bi awayekî cudatir û bi bandorên cudatir.
Yekane rêya çareseriya vê rewşê ew e ku jin bi zagon û mafên xwe agahdar bin da ku bikarin di qada pîşeyî de astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û li dijî zîhniyeta zilamsalarî ku di hemû beşên civakê de cih girtiye têkoşîna xwe bidomînin.