Rûniştina 2’emîn a Konferansa Jinên Kurd a li Moskovayê dest pê kir
Konferansa Jinên Kurd a 2’emîn a li Moskovayê bi axaftinên delegeyan didome.
Konferansa Jinên Kurd a 2’emîn a li Moskovayê bi axaftinên delegeyan didome.
Beşa duyemîn a konferansê bi peyama Seroka REPAKÊ Meral Çelîkê hate destpêkirin.
Piştre jî Endama Rêveberiya Kongra Star a ji Rojava, Leyla Mihemed axivî û got:
“Li Rojava vîna jinên Kurd îro bala hemû jinan dikşîne. Serkeftina jinên Kurd ev e ku ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlhamê werdigirin îro pergaleke nû ava dikin.
Jinên Kurd ji dêvila ku li malê li benda qedera xwe be, daket qadan û têdikoşe. Jin êdî ew xwe bi rê ve dibin û li her qada civakê xwediyê gotinê ne.
Li Rojava di rêxistinkirina Kongra Star de jinên ji her beşên civakê roleke bingehîn wergirtine. Bi parastina mafên jinan re, jin bêtir têdikoşin.”
Endama Yekîtiya Nivîskaran a Rûsyayê Avdîyeva Larîssa jî got: “Di roja me de şerê herî mezin bi riya çapemeniyê tê kirin. Çapemeniyên pergalan gel baş agahdar nakin û ji ber vê jî gelek kes hay ji bûyerên li Sûriyeyê tune ne.
Ji bo çareserkirina kêşeyan divê ne aliyên siyasî bi tenê, beşên din ên civakê jî gotina xwe bibêjin.
Di rûdanên civakî de rola rêberan gelekî girîng e. Kurd bi şans in ku rêberê wan Abdullah Ocalan e. Ocalan bi fikr û dîtinên xwe diyar dike ku li herêmê rêberekî mezin e.
Jinên Kurd nîşanî me da ku, heke jin bibin yek dikarin ne bi tenê li hemberî Îslama radîkal, dikarin hemû êrîşan pûç bikin. Divê jin vê hêza xwe bi kar bînin û li her derê yekîtiya xwe xurt bikin.”