Konferansa "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku ji aliyê Komalên Azadiya Jinên Kurdistanê (KJAR) ve li paytexta Swêd Stockholmê hat lidarxistin, bi axaftina Dr. Nîda Hoşeg domiya. Dr. Nîda Hoşeng behsa wêrankirina bajarên Rojhilata Navîn, koloji û niştecihbûnê kir, her wiha behsa şoreşa kolojik û şoreşa jinan kir.
ÊN KU BARÊ HILWEŞANDINÊ KÊŞANE ÊN HERÎ ZÊDE LI BER XWE DIDIN
Dr. Nîda Hoşeng destnîşan kir ku desthilatdarên Rojhilata Navîn bi taybet rejîma Îranê ji bo domandina dîktatoriya xwe, xweza û bajarên Îran û Kurdistanê wêran dikin. Nîda Hoşeng wiha berdewam kir: “Jiyana bi milyonan mirovan her diçe wêran dibe. Di vê demê de, ava vexwarinê jî tiştekî ku li Îranê her kes nikare bike. Parvekirina çavkaniyên xwezayî bi her kesî re bûye sedema nakokiyên mezin di navbera beşên civakê de. Bê guman bandora wêrankirina xwezayê herî zêde li ser jinan bû. Dema ku di hemû civakê de qeyran hebe, kîjan beşê civakê zêdetir bandorê li wê bike, di refên herî pêş ên berxwedanê de ye. Heke herî zêde jin di bin bandora wêrankirina ekolojoyê de dimînin, em dikarin bibêjin ku jin wê di refên herî pêş ên berxwedana xwezayê de cih bigirin. Ji vê gavê ve alternatîfa berxwedanê ya li ser navê ekolojiyê di navenda berxwedana femînîst de ye. Em dibînin ku jin ji ber polîtîkayên dagirkeriyê ji ber xerabûna ekolojiyê koç dikin û axa xwe dihêlin, tundiya dewletê ya li ser wan kêm nebûye û hemû welat kirine sanayiya leşkerî. Ji ber van sedeman êdî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê peyva 'ekofemînîzm' ketiye rojeva jinan. Ev feraset piştî qetilkirina Jîna Emînî û serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîn xurtir derket pêş.”
‘KIRDEYÊN BERXWEDANÊ TÊKILIYÊN XWE BI HÊZ NEKIRINE’
Piştî axaftina Dr. Nîda Hoşeng, Rojîn Mokriyanî ya ku ji Zanîngeha Cork College a Îrlandayê beşdar bû û li ser serdestî, dagirkerî û avakirina desthilatdariya neteweperestiyê dixebite mafê axaftinê girt.
Li ser pergala netewe dewlet jî Dr. Rojîn Mokriyanî anî ziman ku her çend li hemû cîhanê behsa berxwedana jinan tê kirin jî, divê ev rastî li ber çavan bê girtin û ji bo yekitiya berxwedêran, pergala netew-dewletê ku xwe li ser ekolojîk, aborî, qeyrana êrîş û dagirkeriyê ava dike, divê bê nîqaşkirin.
‘QIRKIRINA NIJADÎ, TUNDIYA ZAYENDÎ Û HILWEŞÎN DERKET HOLÊ’
Dr. Rojîn Mukrîyanî got: “Pirsgirêkên heyî yên li erdnîgariya Îranê wisa bûne ku em bi hev re li kok û çavkaniya hemû pirsgirêkan dinêrin; Ev jî pergala netewe dewlet e. Mînak pergala serdestiya netew-dewlet-mêr û kapîtalîzm di her warî de li hev kirine û di encamê de qirkirina nijadî, tundiya zayendî û wêrankirin, îstismarkirina kedê û her wiha wêraniya ekolojîk derketine holê.
YEKÎTIYA DI BINGEHA NETEWEYA AZAD, NETEW DEWLETÊ ÇARESER DIKE
Piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildaneke wisa mezin derket holê ku hemû cîhan teqez behsa yekîtî û berxwedanê ya jinan dike. Lê belê aliyên vê berxwedanê hê jî têkiliyên xwe bi awayekî kûr û saxlem xurt nekirine. Ji ber ku pirsgirêka neteweyî nayê nîqaşkirin, her beşên civakê nikarin bi hêztir beşdarî berxwedanê bibin. Mînak di tevahiya pêvajoya serhildanê de meseleya Kurdistanê û Belûçistanê qet nehat nîqaşkirin. Partiyên berxwedêr nekarîn li ser vê bingehê ziman û nîqaşeke hevpar ava bikin. Mixabin ev jî wê çirûska berxwedanê ya pêşerojê bifetisîne. Bi taybetî jî çaresernekirina pirsgirêka pirneteweyî bû sedema nakokiyên mezin di navbera kom û aliyên çep ên Îranê de. KJAR'ê di daxuyaniya xwe de bi awayekî zelal diyar kir ku tevgera azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî xwedî mîsyon û paradîgmaya rast e û çêkerê vê paradîgmayê Abdullah Ocalan e. Heke ji bo çareseriya li ser bingeha neteweya azad, çavkaniya hemû pirsgirêkên heyî bibin yek; ango netew-dewlet ji holê radibe.”