RJAK’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anî

RJAK’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anî

Di salvegera darvekirina çar girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê dewleta Îranê ve di sala 2010’an de hatine îdamkirin Şêrîn Elemholî, Ferzad Kemenger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan, her wiha di 37. salvegera şehadeta Leyala Qasim de li Başûrê kurdistanê bajarê Qeledizê û navçeya Qesrê civînên bîranînê ji aliyê Rêxrawî Jinanî Azadîxwezî Kurdistan RJAK ve pêk hat.

Civîn bi deqeyeke rêz girtinê dest pêk kir û daxuyaniya ku ji aliyê heman rêxistinê hatibû amedekirin ji aliyê Awaz Îsmaîl ve hate xwendin. Ev rêze civîn û semînerên bîranînê ji bo şehîdên 9’ê gulanê wê li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanee jî pêk werin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her çiqas ku di demên berê de rêxistina jin lawaz bû, lê bi derketian kesayetên weke Leyala Qasim daye nîşandin ku êdî jina kurd dikare bi hemû şêweyan berxwedanî, pêşengtî û fedaîbûnê bike. Her çiqas ku 37 sal li ser sêdarekirina Leyala Qasim de derbas bû jî, lê em dibînin ku dagirkerên kurd siyaseta xwe ya îmha û înkarê li hember gelê kurd berdewam dike. Di sala 2010’an de siyaseta rêjîma komara îslamî Îran heman siyaseta rêjîma Baas di heman dîrokê de dûbare dike. Jina kurd Şêrîn Elemholî li gel sê hevalên şoerşgerên qehreman, bi navê Ferzad Kemenger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan li zîndana Evîn hatin dardekirin û van hevalan bi berxwedaniya xwe teslîmbûn qebûl nekir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku ; “Em weke RJAK di salvegera herdu jinên qehremanên kurd Leyla Qasim û Şêrîn Elemholî û hemû şehîdên serbilind yên 9’ê gulanê ji bo azadiya rêber Apo, gelê kurd, hemû zîndaniyên siyasî û ji bo şopandina wan bi rêbaza berxwedan, têkoşîn û azadîxwezî jinan li ser rêbaza Sakîne Cansız û şehîden Parîsê em bang bilind dikin ku têkoşîna jinan. Jiber bi hêz kirina têkoşîna jin em dikarin dawî li hemû şêweyên tûndiyê bînin û mafê neteweyî, demokratîk û rêgez bi dest bixin.”