RJAK’ê li Kerkûkê bi gulan 8’ê Adarê pîroz kir

Li bajarê Kerkûkê Rêxistina jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK) bi çalakiya guldayînê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Îro êvarî li bajarê Kerkûkê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) di 8’ê Adarê de Roja Jinên Kedkarên Cîhanê çalakiyek li dar xistin. Di destpêka çalakiyê de daxuyaniya rêxistinê ji aliyê Sûmeye Kerkûkî ve hate xwendin û tê de hate gotin: “Em RJA bi dirûşmeya tekoşîna jinan ‘Xwebûn berxwedan e, azadî ye’ ku em vê çalakiyê dikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de bal hate kişandina li ser vê ku di sala 1857 li bajarê Newyork’ê ya li DYE’yê 4000 jinên kedkar, di kargeha tekstîlê de ji ber roj û demê karkirinê û kêm heqdestiyê dest bi grevê dikin bi alîkariya xwediyê kargehê û polîsan êrîşî jinên grevê dikin ku deriyê kargehê li ser wan digrin û kargehê dişewitînin. Her wiha di encamê de 120 jin ji ber agir hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 1910’ê di konferansa jinanên sosyalîst ya navnetewî de, ew roj weke roja Jinên Kedkarên Cîhanê hate naskirin. Di sala 1977’an de DYE wê rojê weke Roja Jinên Cîhanê qebûl kir.

Di dawiyê de Sûmeye Kerkûkî binavê RJAK’ê ragihand û got: “Em bi ruhê berxwedana 8’ê Adarê li dijî komkujiya jinan, destdirêjiya li ser zarokên keç, dayîna mêr ya keçên di temenê biçûk de, sinetkirina jinan û fetwaya dijî jinan em ê tekoşîna xwe bidomînin û ser bikevîn.”

Piştî xwendina daxuyaniyê endamê RJAK’ê bi diruşmên ‘Jin jiyan azadî’ di nava bajêr û bazarên Kerkûkê de ji bo pîrozbahiya roja Jinên Kedkarên Cîhanê dest bi dayîna gulan kir.