Rîskên li ser kansera pêsîrê çima hîn jî zêde ne?

Kansera pêsîrê ya li jinan der dibe, yek ji pênc kanserên herî kujer e. Ji ber ku zû nayê tespîtkirin, gefeke mezin li jinên kêmî 40 salî jî dixwe.

Enstîtuya Nexweşiyan û Zanyariyên Pêsîrê ya Fransayê (SFSPM) ku li ser mijarê daneyan diweşîne, di encama lêkolîneke xwe de ragihand ku li gorî daneyên fermî yên li Fransayê temenê jinên ku bi kansera pêsîrê diketin derdora 63 salî bûn, lê niha daketiye binê 40 salî. Her sal derdora 60 hezar nexweşên nû yên bi kansera pêsîrê tên tespîtkirin û 5 ji sedî yên van nexweşan jinên kêmî 40 salî ne.

SEDEMA ZÛ PÊKETINA NEXWEŞIYÊ

Di lêkolînan de hin faktor hatin tespîtkirin ku ji ber wan jin beriya 40 salî bi kansera pêsîrê dikevin.

Çend ji wan faktoran jî ev in: Beriya 11 salî kete serdema xwe ya puberte, zarok jê re çênebûye, yan jî di navbera 30-35 salî de zarokê xwe yê destpêkê tîne dinyayê, gelekî li radyasyona bi iyon rast hatiye.

JI BER KU MAMOGRAFÎ DI TEMENÊ CIWANTÎ DE NAYÊ KIRIN, TUNORAN BÊHTIR METIRSÎDAR DIKE

Kansera pêsîrê ya li jin ên ciwan der dibin, li gorî yên di temenê mezintir de der dibin bêhtir bi rîsk û metirsîdar e. Sedema vê yekê jî mijara teşhîsê ye.

Mînak; li Fransayê di şert û mrecên asayî de tevî ku nîşaneyek tune jî be mafê jinan e ku du salan carekê bêpere mamografiyê çêbike. Daneyên dawî nîşan didin ku bi saya vê yekê hejmara nexweşên bi kansera pêsîrê û hejmara mirovên ji ber vê yekê dimirin kêm bûye. Her wiha hejmara jinên ku piştî bi kansera pêsîrê dikevin herî kêm 5 salan dijîn roj bi roj zêde dibe. Yanî teşhîsa zû gelekî girîng e.

Lê belê li nava jinên kêmî 40 salî, kansera pêsîrê ji ber xwe bi kontroleke ji rêzê yan jî kontroleke doktor a tesadûfî tê tespîtkirin. Ev yek jî dibe sedem ku tumor gelekî metirsîdar bûye û bi derengî tê tespîtkirin.

HEJMARÊN GIŞTÎ

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2015'an û pê ve di nava 8.8 milyon mirovên ku ji ber kanserê mirin para kansera pêsîrê zêdeyî 570 hezar kes bûn.