Rêxistinên Jinên Kurd ber bi Efrînê ve ketin rê

Nûnerên 18 rêxistinên jinan yên ji 3 parçeyên Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê ber bi Efrînê ve ketin rê.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê di roja 36’an de didome. Li dijî van êrîşan ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Serdemê ji 3 parçeyên Kurdistanê nûnerên rêxistinên jinan ji Başûrê Kurdistanê ber bi Efrînê ve ketin ser rê.

18 jinên ji Başûr, Bakur û Rojhilat şevê din seat 03:00’an ji bajarê Silêmanî birêketin û berbi Deriyê Sînor ê Sêmalka ve çûn.

Diyar bu di navbera 2 seatan de 18 nûnerên rêxistinên jinan ji Deriyê Sînor ê Semalka derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Di nava rêxistinên jinan ên biçin Efrînê de RJAK, KJAR, Tevgera Azadî, Jinên Zerdeştî, Enstîtû Work, Nifşê Nû, Komeley Jinên Heka (Jinên ji partiyên Komele yên rojhilat) û HDP heye.