Dadgeriya dewleta Tirk dixwaze cezayê giran li Çetîn bibire

Dadgeriya dewleta Tirk xwest ku di asteke bilind de ceza li Sevîl Rojbîn Çetîn bê birîn, ku bi kûçikan êşkence lê hatibû kirin.

Bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" doz li endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat.

Çetîn bi rêya Sîstema Deng û Dîmen ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya li Amedê tevlî rûniştinê bû.

Dozger xwest bi îdîaya "endama rêxistinê" di asta herî bilind de ceza li Çetîn bê birîn. Dadgehê biryar da ku Çetîn girtî bimîne û rûniştin ji bo 24'ê Çileya 2023'an taloq kir.