Rapora Roboskî ya jinên HDK û KCD'yî

Rapora Roboskî ya jinên HDK û KCD'yî

Meclîsên Jinan ên HDK û KCD'ê der heqê çavdêriyên xwe yên li ser komkujiya Roposkî de raporek amade kirin û weşandin. Jinên HDK û KCD'yî, Rapora Lêkolînê Mafên Mirovan a Meclîsê, ku ser komkujiyê dinixumîne, di warê ehlaq û wicdanê civakê de weke helwesteke ne qanûnî û li dijî etîkê bi nav kirin.

Meclîsên Jinan ên KCD û HDK'ê, der heqê çavdêriyên xwe yên li Roboskî yên 23-24'ê Gulanê de raporek amade kirin û li avahiya KCD'ê bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin. Li ser navê herdu meclîsên jinan Zelal Bîlgîn daxuyanî da. Bîlgîn da xuyakirin ku wan di 23'ê Gulanê de li gundê Roboskî yê Şirnexê, polîtîkayên cihêkar ên dewleta Tirk bi awayekî zelal dîtine.

Bîlgîn diyar kir ku ew di roja 512. a komkujiya Roboskî de, ku 34 Kurd ji aliyê balafirên şer ên F-16 yên artêşa Tirk ve hatin kuştin, çûne Goristana Roboskî û çavdêriyên xwe yên di dema nirxandina Pêncşemê û li Roboskî de anî ziman. Bîlgîn da xuyakirin ku li goristanê, nêzîkatiyên delweta Tirk, rayedarên pêwendîdar û AKP'ê yên li ser Komkujiya Roboskî hatine rexne kirin û hatiye destnîşankirin ku heta komkujî ronî bibe, ewê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bîlgîn, der heqê civînên xwe yên bi malbatên Roboskiyî de ji aliyê psîkolojîk, ekolojîk, sosyolojîk û siyasî ve nirxandin kir û bal kişand ser zextên li malbatan tên kirin û got, "Bazirganiya li ser sînor, li heman nuqteyan dewam dike. Di sala 512. de, bi huqûq, qanûn û cezayên pereyan gef li malbatan tên xwarin. Li qada perwerdeyê jî, bêyî travmaya zarokan li ber çavan were girtin, ji ber li dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, li dijwariyê rast tên.

Wan gotin, aştî û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ji Roboskî derbas dibe. Zarokên 12-13-14 salî yên keç û xort gotin, eger kujerên bav û birayên wan neyên dîtin û cezakirin, ewê derkevin çiyê û tevlî refên gerîla bibin. "

Di raporê de, di roja 512'an de daxwazên gundî û jinên Roboskiyî weha hatin rêzkirin:

"1- Bila kiryarên komkujiyê werin ronîkirin û cezakirin
2- Bila dewlet, AKP û cemaat êdî nebe gefek ji bo me
3- Bila qedexeyên zozan û gundan bên rakirin, vegera gundan pêk werin
4- Bila dest ji zexta cerdevanbûyînê bê berdan - cerdevan jî dest ji çekan berdin
5- Bila erdên mayinkirî bên paqijkirin û lê çandî û xwedîkirina sewalan bê kirin
6- Wesayeta leşkerî li ser erdên me bê rakirin (nuqteyên kontrolê, qereqol, kûleyên çavdêriyê)
7- Heta komkujî were ronîkirin, bila ji rojevê neyê xistin
8- Bila personelên li saziyên fermî yên li Roboskî dimînin, mîna mirovan tevbigerin
9- Komkujî nikare ji pirsgirêka Kurd cihê were nirxandin. Emê pêvajoya çareseriya demokratîk ji Roboskî bi pêş ve bibin û bibin şopdarên wê
10- Ji bo rêxistinbûyînê, divê raya giştî ya derve piştgiriyê bide
11- Bila di dema serdanên li cihê komkujiyê de zext neyên kirin û li cihê bûyerê peykerekî bîranînê were çêkirin
12- Bila sînor bên rakirin, malbatên me û erdên me bi sînoran tên perçekirin."

PÊŞNIYARÊN MECLÎSÊN JINAN ÊN KCD Û HDK

Di daxuyaniyê de her weha pêşniyarên meclîsên jinan ên KCD û HDK'ê jî weha hatin bilêvkirin:

"1- Divê komkujiya Roboskî weke yek ji komkujiyên ku di bin navê têkoşîna li dijî terorê de hatin kirin, bê dîtin û kujer bên cezakirin
2- Bi pêşeniya komkujiya Roboskî hemû komkujî bên ronîkirin
3- Binyatiya leşkerî û pêkanînên milîtarîst bên rawestandin
4- Cerdevanî ji herêmê bê rakirin
5- Erdên mayinkirî bên paqijkirin û ji karên çandinî û xwedîkirina sewalan bên vekirin
6- Ji bo çareserkirina travmaya li herêmê, ji jin û zarokan re alîkariya psîkolojîk bê dayîn
7- Dijwariya li dibistanan li zarokên ji ber bi zimanê xwe yê dayikê dipeyivin tên kirin, tavilê werin bidawîkirin
8- Çêkirina bendan bên rawestandin
9- Malbatên Roboskiyî bên rêxistinkirin û di bin sîwanê komeleyekê de li hev kom bibin
10- Rêxistinên civakî yên sivîl piştigiriyê bidin vê pêvajoya komelbûyînê
11- Qedexeyên li pêşiya nasnameya Kurd bên rakirin
12- Pêvajoya çareseriya demokratîk, bi qanûnan bê ewlekirin
13- Hemû astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya zimanê dayikê, werin rakirin."