Rapora Mijdarê: 29 jin hatin qetilkirin

KCDP'ê ragihand ku meha Mijdarê 29 jin hatine qetilkirin. Piraniya jinên hatin qetilkirin jî li malê hatin kuştin.

Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' (KCDP) rapora meha Mijdarê eşkere kir.

Li gorî raporê 29 jinên din hatin qetilkirin, 10 jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku 13 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî ıyan jî xizmên xwe ve, bi hincetên cihêbûn, redkirina lihevkirinê, redkirina zewacê û redkirina têkiliyê hatin kuştin.

Liğ gorî raporê ji 29 jinên hatin qetilkirin 10 jê ji aliyê mêrên pê re zewicî, 5 jê ji aliyê mêran, yek jî ji aliyê mêrê ku berê bi hev re bûn, 4 jî ji aliyê mêrên cihê bûn, 2 ji aliyê xizmên xwe, 2 ji aliyê bavên xwe, yek ji aliyê birayê xwe, yek ji aliyê kurê xwe, 2 jî ji aliyê nasên xwe ve hatin qetilkirin.

20 jin li malê, 4 jin li derve, 3 jin li cihê kar, jinek jî li naverastê hatin qetilkirin.

Meha Mijdarê ji jinên hatin qetilkirin ji sedî 69 li malê hatin qetilkirin.