Rapora 2020’an: 300 jin hatine qetilkirin

Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di nava salekê de 300 jin hatine qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora sala 2020'an a cînayetên jinan eşkere kir. Platformê anî ziman ku sala 2020'an wekî li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî pir dijwar derbas bû û herî zêde jin ketine bin bandora vê yekê. KCDP'ê di raporê de diyar kir ku di sala 2020'an de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 171 jin jî bi guman mirî hatine dîtin. Platformê da zanîn ku sedema kuştina 182 jinan jî nayê zanîn û wiha got: "22 jin ji ber sedemên aboriyê, 96 jin ji ber daxwaza doza hevberdanê û an jî tercihên xwe hatine kuştin.

Di sala 2020'an de herî zêde li Stenbolê jin hatine kuştin. 42 jin li Stenbolê, 25 jin li Îzmîrê, 15 jin jî li Enqereyê hatine kuştin. Ji 300 jinan 97 jin ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin, 54 jin ji aliyê mêrê ku pêre dijîn ve hatine kuştin, 38 jin ji hêla mêrê ku nas dikin ve hatine kuştin, 21 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin, 18 jin ji aliyê kurê xwe ve, 17 jin ji aliyê bavê xwe ve, 16 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 8 jin ji aliyê mêrê ku berê pê re dima ve, 5 jin ji aliyê birayê xwe ve û 3 jin jî ji aliyê biyanî ve hatin kuştin. Nayê zanîn ku 23 jin ji hêla kê ve hatine kuştin.

181 jin li malê, 48 jin li kolanê, 15 jin li cihê kar, 14 jin li zeviyan, 11 jin di nava wesayîtan de, 5 jin li otelê, 4 jin li cihê tenê, jinek di depoya daran de, jinek li kuaforê hatin kuştin. Cihê kuştina 20 jinan jî nayê zanîn. Li gorî raporê ji sedî 60 jin li malê hatine kuştin.

170 jin bi çekê, 83 jin bi amûrên birînê, 26 jin bi xeniqandinê, 10 bi şîdeta fîzîkî, 2 jin bi şewitandinê û jinek bi madyeyên kîmyewî hatine kuştin. Jinek jî ji cihekî bilind hatiye avêtin. Li gorî raporê di meha Kanûnê de 32 jin ji hêla meran ve hatiye kuştin. Mirina 9 jinan jî bi guman e