RAJIN, êrîşa li Şengal û li ser Nûjiyan Erhan şermezar kir
RAJIN, li dijî êrîşa li ser Şengal û Rojnamevan Nûjiyan Erhan bi zimanekî tund şermezar kir.
RAJIN, li dijî êrîşa li ser Şengal û Rojnamevan Nûjiyan Erhan bi zimanekî tund şermezar kir.
Koordînasyona Çapmeniya Jina Azad (RAJIN), têkildarî êrîşa çeteyên PKD’ û Erdogan ya li ser Şengal û birîndarkirina Nûçegihana JINHA Nûjiyan Erhan îro daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em hemû fedayiyê rastiyan bi raya giştî re parvekirinê ne. Li ser navê JINHA’yê bi tundî êrîşa li dijî nûçegihan Nûjiyan Erhanê şermezar dikin û şifaya xêrê jê re dixwazin. Em soz didin ku ji rastiyan venagerin û em ê bi raya giştî re parve bikin. Em berxwedana welatiyên Êzidî yên ku Şengalê û herêmên xwe diparêzin silav dikin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşan û wiha hate gotin: “Vê carê di kesayeta hevala me Nûjiyuan Erhan û hevalên wê Hadî Îlyas û Îzzet Osman ku li ser şopa heqîqetê bişopînin çûbûn Xanesorê, dixwazin çavê xebatkarên çapemeniyê bitirsînin û xiyanet û komployan binixumînin.” Di dewam daxuyaniyê de wiha hate gotin:
ʺ Di demeke ku em weke tevgera azadiyê bi hemû hêza xwe di hewildana li darxistina Kongra Netewî de bûn, Partiya Demokrat a Kurdistanê piştî hevdîtina xwe ya bi Serokkomar Erdogan re, ev hewildan vala derxist û êrîşên xwe ya bi hevkariya mîtên Tirkiyê re, arastî welatiyên me yên Êzîdî kir. Dîsa PDK çiruskên îxaneta hundurî şiyar dike û dîsa ji milê AKPʹê ve di dagirkirina axên Kurdistanê de weke amûr tê bi karanîn.
Piştî ku planên wan ên li ser Qendîlê têk çûn, vê carê ji milekî ve li Minbic û Babê û ji milê din ve jî li şengalê, bi hemû hêza xwe dagirkeriya axa Kurdistan û Sûriyeyê dikin. Êdî hemû hewildanên wan eşekere bû ye. Ji neçariya xwe berê xwe dan Şengalê. Di dema ku civaka me yê Êzîdî hê fermanên berê ji bîr nekiriye. Civaka me yê Êzîdî piştî ku ji milê gêrîla û şervanên YPG-YPJʹê ve hatin rizgarikirin, ji nû ve rêxistina xwe ya jiyanê dikirin û hewil didan hilweşînên ku fermanan li du xwe hiştiye, sererast bikin û jiyanê ji nû ve di kolanên şengalê de zindî bikin.
PDKʹê careke din polîtîka xwe ya hedefkirina rojnamevanên ku li ser şopa azadî û heqîqetê dimeşin, berdewam dike. Wan xwest intîqama xwe ya du sal berê bigrin. Du sal berê dîsa rojnamevanên li ser şopa heqîqetê yên Ronahî TV karîn reva pêşmergeyên PDK ji şengalê, ji raya giştî û tevahî dunyayê re raghînin.
Wan vê carê di kesayeta nuçegihana JINHAyê Nûjiyan Erhan, tevî hevalên wê Hadî Îlyas û Îzet Osman, ku bi armanca şopandina rastiyê berê xwe dabûn Xanesorê, xwestin çavê çapemeniyê bit irsînin û li ser kiryarên xwe yên xayînane û komplowarî binixumînin. Lê em dibêjin em tevahî di oxira ragihandina rastiyê de fedayî ne, em li ser navê ragihandina jina azad ji bo hevala xwe Nujiyan şîfaya lezgîn dixwezin û dîsa soza xwe ya şopandin û ragihandina heqîqetê didin û berxwedaniya gelê şengalê ku îro ji bo parastina xwe çek rakirine ji dil û can silav dikin.ʺ