RAJIN: Dilîşan dengê jinên ku di bin zilmê de bûn ragihand

RAJIN’ê ji bo nûçegihan Dilîşan Îbîş daxuyanî da û got ,’’Li dijî zilmê di her şertî de bi qelem û kameraya xwe kedeke mezin daye têkoşîna azadiyê’’

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandinê ya Jinên Kurdistanê (RAJIN) ji bo nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbîş ku li Dêrazorê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew  kedkara çapemeniya azad Dilişîna Îbîş Mihemed bi hurmet bi bîr tînin, êşa kedkarên çapemaniya azad par ve dikin. Her wiha hate gotin şîfaya xêrê ji hevalên xwe  yên nûçegihan Hogir û Rizgar Denîz re dixwazin ku di êrîşê de birîndar bûbûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin kedkara çapemaniya azad a jinê di her şert û mercî de berxwedaniya jinên ku li dijî zilma DAIŞ’ê li ber xwe didin, berxwedaniya gelan a li Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi qelema xwe vegotiye û ragihandine dinyayê.

 ‘BI QELEM Û KAMERAYA XWE KED DA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ’

RAJIN’ê bi domdarî got: ‘’Hevala me Dilîşan Îbîş li Kobanê serê xwe berjêr nekiriye, li dijî neheqiyê li ber xwe daye, li dijî zilmê, di her şert û mercî de bi qelem û kameraya xwe kedeke mezin daye têkoşîna azadiyê.’’

RAJIN’ê diyar kir ku Dilîşan Îbîş tim bi wê baweriyê bûye ku Şoreşa Roajva-Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê li Rojhilata Navîn wê jiyaneke nû û azad ava bike, bi zanîna ku jinên di bin zilmê de û li benda azadiyê hene bi rih û can xwe daye xebatên çapemeniyê.

RAJIN’ê di daxuyaniyê de herî dawî got: ‘’Li van xakên dêrîn kuş erê ronahî û tarîtiyê li dar e, heta ku dahatuya azad were avakirin û bi jina azad civaka nû were avakirin em ê di rêça Gurbetellî, Denîz Firat, Nûjiyan û Dilîşan Îbîş de bimeşin, em careke dî diyar dikin ku em ê bibin dengê wan ê azad û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.’’