QSD’ê dewleta Tirk derewand

QSD`ê ragihand ku îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên têkildarî şehadeta 7 şervanên wan, ne rast in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyeke nivîskî da.

QSD’ê li ser mijarê ev agahî da:

"Di rojên 4-5-7’ê Adarê de ji aliye Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve li ser hesabên xwe yên fermî têkildarî li herêmê (bi navê Mertalê Firatê) hîn nûçe belav kirin. Nûçeya ku wekî 7 şervanên me şehîd xistine, ne rast e. Her wiha dibêjin ku wesayîteke teqemenî lê barkirî, bê bandor kirine. Ev bûyerên ku tên gotin, tu rastiya wan nîn e.

Artêşa Tirk a dagirker bi van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li herêmê rewa bike. Gelê me û raya giştî divê bi van nûçeyan bawer neke.”