Qeyûm zilamek anî ser Seroktiya Desteya Jinê!

Qeyûmê ku hatî şûna Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê, Bekîr Kaya, Waliyê Wanê Ibrahîm Taşyapan jin kirin hedefa. Qeyûma Taşyapan, karmendekî mêr anî ser Seroktiya Desteya Jinê.

Li şûna Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya ku rehîn hatiye girtin, Waliyê Wanê Ibrahîm Taşyapan anîbûn. Taşyapan jin kirine hedefa xebatên xwe.

Taşyapan piştî ku hate ser kar Mala Xwespartinê ya Jinê girtibû û niha jî karmendekî mêr danî ser Seroktiya Desteya Jinê. Her wiha Yekîneya Têkoşîna Tundiya Dijî Jinê a di bin banê şaredariyê de jî da girtin. Ev kirinên qeyûm di nav jinên xebatkar ên şaredariyê de bû sedema nerazîbûnan.

Qeyûm, herî dawî jî polîtîkaya çûn û hatina ya bê perê ku Şaredariya Mezin ji bo jinan lidarxistibû, rakir.

Xebatkarên jin diyar kirin ku bi van xebatan jinan dikine hedef û xwestin ku zû dest ji van kirinên xwe berdin.