'Qetilkirin çi qas zêde bibin, em ê têkoşîna xwe ew qasî mezintir bikin'

Piştî qetilkirina heval Firyal Silêmanê (Zalal Zagros) di 18’ê Çileya 2024’an de li Kerkûkê, jinên têkoşer û endamên Partiya Azadiya Jinan gotin, “Qetilkirin çi qas zêde bibin, em ê têkoşîna xwe ew qasî zêdetir bikin.”

Li başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a faşîst bi alîkariya PDK’yê jinên şoreşger ên Kurd dike hedef û qetil dike. Çawa ku li Silêmaniyê heval Nagihan Akarsel qetil kir, di rojên derbasbûyî de jî jineke şoreşger a Kurd heval Zelal Zagros li Kerkûkê qetil kir. Ji ber vê yekê jinên têkoşer û endamên partî û rêxistinên azadîxwaz helwest nîşan dan û ev qetlîam şermezar kirin.

Endama Encumena Nûnertiya PYD'yê li başûrê Kurdistanê Yerîvan Mihemedê qetilkirina jinan şermezar kir û diyar kir ku ev qetilkirin ne tenê ya siyasetmedar û çalakvanên jin e.

Kurdistanê Yerîvan Mihemedê di vê mijarê da ji ANF’yê re wiha got: “Metirsiya kuştinê li ser her jinekê heye ku bixwaze dengê xwe derxe, bi jinên din re xwe bi rêxistin bike û xwe perwerde bike. Li hember vê yekê em bang li jinan dikin ku hebûna xwe wek jin bi rêxistin bikin û xwe perwerde bikin û xwe bigihînin asta civakeke azad, wekî mînaka jinên têkoşer ên Rojava ku 13 sal in pêşengiya şoreşê dikin. Divê em bi bîr bînin ku ev gefa kuştinê ne tenê li ser jinên Rojava, li ser jinên tevahiya Kurdistanê heye.”

Endama Komîteya Rêveber a Tevgera Azadiyê Tara Rezayê diyar kir ku bi qetilkirina çalakvana siyasî heval Zelal, xuya dibe ku li ku derê jina azad hebe, dê were hedefgirtin û di vê derbarê de ji ANF’yê re axivî û got: “Kuştina heval Zelalê hem siyasî ye hem jî ji ber kurdbûna wê ye. Wê dizanî ku başûrê Kurdistanê bûye cihê qetilkirina jinan. Ji ber vê yekê hat ku hêz û vîna jinên Rojava derbasî jinên başûrê Kurdistanê bike, xwest di navbera jinên Rojava û Başûr de têkiliyekê çêke. Lê kuştina wê peyamek bû ku dewleta Tirk a faşîst da Kurdên Kerkûkê ku hûn çi qas tê bikoşin, em ê we bikujin.”

Tara Rezayê ev qetilkirin bi qetilkirina Sakîne Cansiz, Nagihan Akarsel û Evîn Goyiyê ve girê da û got: “Dijminê me jina azad li ku dibe bila bibe, qetil dike û ji cewher û axa wê qut dike. Her ku welatek tê dagirkirin, dijmin ewil hêza jinan dike armanc û dixwaze wan weke pêlîstokên kapîtalîzmê bi kar bîne.”

Tara Rezayê ew qetilkirinên  ku li Kurdistanê li ser jinên Kurd hene, şermezar kirin û destnîşan kir ku her çar parçeyên Kurdistanê yek in û got ku ew ê têkoşîna wan her berdewam bibe.