BI DÎMEN

'Qadên 8'ê Adarê bikin qadên raperînê; bibêjin NA'

Ji gerîlayên jin peyama 8'ê Adarê: Em careke din ji çiyayên azadiyê banga raperînê li hemû jinan dikin. Dem dema çalakiyê, dem dema serhildanê ye.

Gerîlayên jin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û gotin, li dijî hişmendiya faşîst a zilam-serweriyê ji mêj ve dema serhildanê hatiye.

'JI TÊKOŞÎNÊ WÊDETIR VEBIJÊRK NÎNE'

Gerîlaya YJA Starê Rûken Mîrxan ji ber 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hîs û ramanên xwe wiha vegot: "8'ê Adarê dibe ku bi sedan jin hatibin kuştin lê îro wateya wê ya ku xwe gihandiye îro bûye berxwedan. Li ser mîrateya têkoşînê ya jinê ku bi salan e li dijî hişmendiya faşîst tê dayin, îro jin li qadan xwe diparêzin."

Rûken Mîrxan da xuyakirin, ji ber sedema têkoşîna azadiya Kurd û gerîlayên jin êdî jin li dijî hişmendiya zilêm serê xwe xwar nakin û got: "Jin serê xwe xwar nakin. Berovajî vê, li dijî serweran têdikoşin. Helbet li dijî vê pergal hemû daxwaz û planên xwe li ser jinê dixwaze pêk bîne. Salên dawî bi her cure kirinên dijî mirovan vê pêk tîne. Em jin divê çalakiyan bikin, têbikoşin, ji bilî vê vebijêrkan me nîn e."

'DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN KU SERDEST LÎSTIKÊN XWE PÊK BÎNIN'

Rûken Mîrxan da zanîn, divê hemû jin ji bo jinên ku hatine kuştin dakevin kolanan û got: "Divê jin tola Ekîn Wan, tola ciwanên ku di jêrzemînan de hatine kuştin hilînin. Di serî de jinên Amedî, Nisêbînî, Şirnexî, Cizîrî û Geverî hemû jinên Kurdistanê divê dakevin kolanan û têkoşînê geş û gur bikin.

Em ê ti carî destûrê nedin ku serdest lîstikên xwe li ser jinê pêk bînin. Banga me li hemû jinan e; biherikin qadên têkoşînê û her deverê bikin cihên serhildanê. Em dibêjin li hemû qadên jiyanê em şerê azadiyê gur bikin. Di serî de jinên kedkar û şoreşger ez 8'ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikim. Bijî 8'ê Adarê, bijî Rêber Apo."

'ÎDEOLOJIYA RÊBERTÎ WATEYA JINÊ ZÊDETIR KIRIYE'

Gerîla Nalîn Piling Goyî jî 8'ê Adarê li hemû gerîlayên jin ên di nava PKK'ê de têkoşîna azadiyê didin û li hemû jinên cîhanê pîroz kir. Goyî got, "Helbet, dema ku 8'ê Adarê tê gotin pêşî ew jinên leheng têne bîra mirov ku li qadên azadiyê jiyana xwe feda dikin têne bîra mirov." 

Goyî bi berdewamî got, "8'ê Adarê di heman demê de gavên pêşî yên jinê ne ku li dijî hişmendiya zilêm, li dijî serweriya zilêm serê xwe rakirine. Ji bo vê jî 8'ê Adarê ji bo me jinan 8'ê Adarê xwedan wateyeke dîrokî ye."

Goyî da xuyakirin, ku para Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di têkoşîna jinê de û di asta rêxistiniya wan de pir zêde ye û got: "Ev roja girîng, ji ber îdeolojiya Rêberê me û ji bo wateya ku li jinê bar kiriye, di jinan de bûye sedema hişyarbûna mezin. Êdî jin li qadan zêdetir ji bo mafên xwe têdikoşin."

'DEMA RABÛNÊ Û GOTINA, RAWESTE YE'

Nalîn Piling Goyî diyar kir ku dewlet herî pir êrîşî jinan dike û anî ziman, serhildana esasî jî divê ji hêla jinan ve were pêkanîn. Goyî got, "Dewlet ji kê ditirse? Helbet ji hêza jinê. Bi taybetî jî têkoşîna jinê û rêxistiniya wê ya van salên dawî dewlet tirsandiye. Ji bo vê jî hemû planên xwe li ser jin û ciwanan çêdike ku hêzeke sereke ya civakê ne. Ji bo vê jî ez bang li hemû jinan dikim, bi taybetî jî bang li jinên Botanê dikim, dema wê ye ku em rabin ser piyan û bibêjin, raweste."

Goyî herî dawî wiha bang li jinan kir: "Bi taybetî jî ji bo ku planên gemarî yên Erdogan ku dixwaze di referandûmê de pêk bîne, divê 8'ê Adarê jin qadan bikin qadên serhildanê û bibêjin, NA. Em careke din ji çiyayên azadiyê bang li hemû jinan dikin ku rabin serhildanê. Dem dema serhildanê, dem dema çalakiyê ye. Dîsa 8'ê Adarê di serî de li Rêber Apo, li hemû jinan pîroz be."