Protestoyên tecrîdê didomin

Li gelek bajarên Elmanya û li Deng Haagê ya  Hollanda ji bo ku xwedî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin çalakî hate kirin.

Li Dusseldorfê ya Elman ji bo ku xwedî li greva birçîbûnê derkevin çalakî hatin krin. Di çalakiyan de berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û Dayikên Aştiyê hatin slavkirin.

Li Dusseldorfê bi pêşengiya Insîyatîva Jinan a Nalîn Mûş li Heînrîch-Heîne-Platzê saet 17.00'n çalakî bi deqey rêzgirtinê dest pê kir. Jinên ku tevlî çalakiyê bûne çarikên spî dane serê xwe û peyam dan ku ew li gel Dayikên Aştiyê ne.

Girseyê bêdengiya welatên Ewropayê û raya giştî ya cîhanê şermezar kirin, hate bibîrxistin ku 7 hezar kes li ber sînorê mirinê ne û bang li saziyên navnetewî hate kirin ku bi lezgînî tevbigerin.

Dİ çalakiyê de gelek caran hate gotin, ''bijî berxwedana zindanan'', ''bijî berxwedana dayikan'', ''bijî hevgirtina jinan'''.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin, çalakî saet 19.00'an qediya.

BREMEN

Li Bremenê ya Elmanyayê tecrîd û êrîşa li ser dayikên girtiyan bi pêşengiya YJK-E'yê hate şermezarkirin, jinên ku li ber Bremen HBF'ê hatim cem hev  çarikên spî dane serê xwe. 

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, derbarê berxwedana greva birçîbûnê agahdarî hate kirin.

KOLN

Li Kolnê jî bi banga meclîsa jinan a Viyan li Bahnhoforplatzê çalakî hate kirin. Di çalakiyê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kirî têkilî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê axaftin hatin kirin.

DEN HAAG

Li Hollanda Den Haagê jî ji li ber Dîwana Edelatê ya Layheyê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de ya bi banga Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê bêdengiya li bara nehiqûqiyê hate şermezarkirin.

HILDESHEÎM

Lİ Hîldesheîmê jî ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê û rojiya mirinê ev 7 heftî ne çalakî didomin.

Li dora konê ku li ber Dêra St. Jakobî hatî danîn belavokên li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê hatin belavkirin.

Çalakgeran wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê û yên girtiyên ku çalakiyên fedaî kirin hildan, çarika spî bi xwe ve kirin û êrîşa li ser dayikan şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin, ''destên ku li dayikan dikevin bişikin'', ''Her dever zindan, her dever berxwedan'', ''Bijî berxwedana zindanan'', ''Leyla Guven rûmeta me ye'', ''Ji girtiyên siyasî re azadî''.

STUTTGART

Li Stûttagartê jî ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî hate kirin. Çalakî bi banga Platforma Jiyanê ya li Dijî Jiyanê hate kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bêdengiya raya giştî ya li bara greva birçîbûnê hate şermezarkirin.