Polîsan li Nisêbînê çalakiya li hemberî tacîzê asteng kirin

Polîsên Tirk li Nisêbînê çalakiya li hemberî tacîz, tecawiz û cînayetên jinan asteng kir.

Endamên Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê ji ber li lîseyekê xwendekar hatine tacîzkirin û li bajêr tecawiz û şîddeta li ser jinan zêde bûye, kom bûn. Dema jin li pêşiya Nûnertiya KESK’ê kom bûn, polîsan dora jinan girtin.

Jinan diyar kirin ew astengkirina çalakiya li hemberî tacîz û tecawizê qebûl nakin, polîsan jî gefa ‘êrişê’ xwarin.

Jinan diyar kirin ku ew emniyetê protesto dikin û got “Em êriş, tacîz û tecawiza li ser jinan qebûl nakin.  Vê tişta ku hûn niha dikin jî êrişa li ser jinan e.”

Jin bi çepik û tilîliyan çûn avahiya sendîkayê.