Platforma Jinan a Enqerê: Dev ji gotina jin bi hev re bi hêztir in bernedin

Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî hedefnîşandana siyasetmedar, hunermend û rojnamegerên jin dan û wiha gotin: “Dev ji gotina jin bi hev re bi hêztir in bernedin.”

Platforma Jinan a Enqereyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî hedefnîşandana jinên siyasetmedar, rojnameger û hunermend dan. Di vê çarçoveyê de platformê li Şaxa Hejmar 2 ya Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Enqereyê civînek li dar xist. Di civînê de pankarta “Hûn nikarin zimanê me jê bikin, nikarin me bêdeng bikin. Em ne bêdeng dimînîn ne jî ditirsin” daliqandibûn.

Gelek jin jî di civînê de amade bûn û li ser navê platformê yek ji endaman Nîsan Çira axivî. Nîsan got ku tevî hemû zext, êrîş û astengkirinan jî têkoşîna hevpar a jinan aj dide.

Nîsan da zanîn ku pergala mêrserwer bi rêya tundiyê hewl dide jinên ji bo mafên xwe têdikoşin tepisîne û wiha domand: “Vê pergalê hebûna xwe li ser beden, nasname û keda jinê ava kiriye. Herî dawî jî siyasetmedar Semra Guzel ku têkoşîna siyaseta demokratîk dide, hunermend Sezen Aksu û rojnameger Sedef Kabaş bûn armanca êrîşan. Li dijî vê neheqiya li Sedef Kabaş, Gulşen, Semra Guzel û Sezen Aksu hatiye kirin em ê bêdeng nemînin, dengê xwe bilindtir bikin, piştevaniya xwe ya li hemberî tundiya mêr-dewletê xurtir bikin û dev ji gotina jin bi hev re bi hêztir in bernedin.”