Platforma 25'ê Mijdarê: Em ê di 25'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin

Platforma 25’ê Mijdarê li Kadikoyê hat ba hev û got ku ew ê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, li Qada Tunela Taksîmê bin.

Platforma 25’ê Mijdarê li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, kir. Polîsan, dor li platformê girt. Jinan ragihand ku ew ê 25’ê Mijdarê li Taksîmê werin ba hev. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol jî tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankartên “Bila jiyan ya me, malbat ya we be“ û dowîzên “Malbata pîroz cihê sûc e“’, “Li Îran û Tirkiyeyê em ji bo azadiya xwe li kuçeyan in“ hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Bila mala wî mîrat bibe“, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaetê nakin“ hatin berzkirin.

‘EM NE DIKEVIN GIRTÎGEHAN NE JÎ DIHÊLIN MAQEQANÛN BIGUHERE’

Daxuyaniya li ser navê platformê ji aliyê Ruya Kûrtûlûş ve hat xwendin. Kûrtûlûş diyar kir ku ew ê wek her sal îsal jî li Tunela Taksîmê werin ba hev û banga tevlêbûna meşê li hemû jinan kir. Kûrtûlûş anî ziman ku jin êdî piştgiriya Erdogan nakin lewma îcar bi girtina jinan di malê de hewil dide wan bi rê ve bibe û got: “Em ne dikevin girtîgehê ne jî dihêlin makeqanûn biguhere.“

DADGEH CEZAYÊN WEK XELAT DIDIN KUJERÊN JINAN

Kûrtûlûş destnîşan kir ku ew bi dijminahiya li jinan tê kirin baş dizanin û wiha got: “Gava em derdikevin derve polîs û tundûtûjî û destdirêjiyê dikin, qereqol veguherandina êşkencexaneyan, dadgeh cezayên wek xelat didin kujerên jinan, jinên polîtîk tên girtin, eşkence di girtîgehan de zêde bûye, polîtîkayên şer bi kuştina jinan tên bipêşdebirin, cihekê jin le bihewin nîn e, mêr jî ji vê sûdê digirin û tundûtûjiya li dijî jinan zêde dikin.“

Kûrtûlûş, herî dawî bi lêv kir ku 20 sal in wan li ber desthilatdariyê gav bi paş de neavêtiye û ew ê neavêjin û da zanîn ku ew ê 25’ê Mijdarê saet di 19.00’an de li Tunela Taksîmê bin.