Piştî Rewşa Awarte zextên li zanîngeh û wargehan zêde bûn

Aktîvîsta Kampus Cadilari Ozge Şahîn got; “Piştî Rewşa Awarte, polîs bi şiklê xwendevanan ketin korîdorên fakulteyan, kantînan heta polên dersê.”

Bi Rewşa Awarte re, mîna gelek qadên jiyanê li qada zanîngehê jî zext gihiştine asta herî jor, yek ji pêkhateyên rêxistinî ku li dijî van sepanînan berxwedanek bi rêxistinkirî dide jî Kampus Cadilari (Pîrebokên Kampusê) ne.

Kampus Cadilari, piştî cînayeta Ozgecan Aslan hatin nasîn, bi dirûşmeya “Femînîzm ji bo her kesî ye” hewl dide ji her temenî jinan di bin heman banî de kom bike. Kampus Cadilari, azadbûna jinê wek mifteya azadbûna mêr û civakê dinirxîne, li 17 zanîngehên mîna Mêrsîn, Stenbol, Amedê li hev civiyane, mîna li tiwaletan qutiyên lazimiyên jinan datînin, rêbazên xweser û girêdanên xwişktiyê xurt dikin bi pêş dixin, li dijî sîstema baviksalarî bi dildarî dixebitin.

Li dijî destdirêjî, destavêtin, tundî û binpêkirinên mafên din ên li qada zanîngehê, Kampus Cadilari ji bo piştevaniya jinê xurt bikin, saetên xwendinê û perwerdeyan diyar dikin, li milekî ji bo jin karibe xwe û laşê xwe binase, li her qadên jiyanê li dijî êrîşan bersivek rast û têrker bide, atolyeyên xweparastinê ava dikin, dersên zayendperestiya civakî didin, li milê din jî balê dikşînin li ser atmosfera zextê ya piştî Rewşa Awarte li zanîngehan çêbûye û hewl didin têgihiştinek civakî ava bikin.

POLÎSÊN SIVÎL BI RENGÊ XWENDEVANAN LI HER DERÊ ZANÎNGEHÊ NE

Aktîvîsta Kampus Cadilari Ozge Şahîn ragihand ku li zanîngehan ku wek qada têkoşînê dane ber xwe, piştî Rewşa Awarte zext û binpêkirinên mafan zêde bûne, wiha pê de çû; “Li şûna hêzên çewîk ên piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi TOMA û wesayîtên zirxî li deriyên zanîngehan hatibûn bicihkirin, piştî Rewşa Awarte polîsên sivîl hatin bicihkirin. Polîsên navborî, bi rengê xwendevanan dikevin korîdorên fakulteyan, kantînan heta polên dersê. Gelek polîsên ku piştî me nasnameyên wan teşhîr kirin, li zanîngehê nema xuyabûn. Polîsên li şûna wan hatî neketin polan, berê xwe dan kantînan, çavdêriyê dikin û axaftinên xwendevanan guhdar dikin. Komek polîsên ku dixwazin hebûna xwe ya li kampusê rewa bikin jî, di serî de jin bi nêrîn û gotinên xwe gelek xwendevanan tacîz dikin û hewl didin bikişkişînin.”

LI WARGEHÊN XWENDEVANÊN JIN SEPANÎN TAYBET

Her wiha, Şahîn bal kişand ku li wargehên xwendevanên jin polîtîkayên zextekê yên xwe dispêre rêbazên taybet tên bikaranîn û wiha pê de çû; “Dema em dixwazin ji derveyî wargehê li cihekî din bimînin, pirsên tewşomewşo ji me dikin. Bifikirin, heta nimroya TC a kesên ku hûn ê biçin mêvandariya wan dixwazin. Dema em bixwazin 3 rojan li cihekî bimînin, li malbatên me digerin. Eger bi şiklekî em bê destûr ji wargehê derketibin, ji keyetiya cihê ku em lê mane, belgeyek erêkirî dixwazin. Ewqasî ji rêxistinbûyina xwendevanan ditirsin ku dema li wargehê 4-5 jin tên gel hev, demildest yek ji rêveberiya wargehê tê û dibêje, ‘Hûn çi dikin li vir?’ Bila li ber deriyekî 5-6 pêlavan nebînin, hema bi ser odeyê digirin û dest bi lêpirsînê dikin. Li odeyan destûra ti posteran nadin. Bi sepanînên bi vî rengî dixwaze me jinan bitepisînin. Li wargehên mêran, sepanînên bi vî şiklî nabin mijara gotinê jî!”

LI DIJÎ REWŞA AWARTE TÊKOŞÎNA HEVPAR!

Şahîn got, “Femînîzm ji bo tevahî ferdên jin û mêr ên ku xwe dinasin pêdiviyek e” û li dijî bêhiqûqî û atmosfera zextê ya piştî Rewşa Awarte li zanîngehê zêde bûye, banga têkoşîna hevpar kir.