Pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên li Kantona Cizîrê dest pê kirin

Jinên li Kantona Cizîrê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz bikin li bajarê Tirbespiyê yê Qamişloyê li hev civiyan.

Çalakî ji aliyê Kongreya Star ve tê organîzekirin û ji Hesekê û Qamişloyê bi hezaran jin tevlî bûn.

Jinên li meydana Mizgefta ya Tirbespiyê li hev civiyan, heta qada çalakiyê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn" hate qîrîn.

Li qada çalakiyê, piştî ku nûnera Kongreya Star Salîha Heyva Erebo axaftina dest pê kir, wê bi zimanên Erebî û Suryanî jî qiseker bi axivin.

Piştî peyaman, komên govend û muzîkê yên TEV-ÇAND'ê wê derkevin ser dikê.