Peyamên Yuksekdag û Tûncel ên 8'ê Adarê: Wê faşîzm bi dengê 'NA' yê jinan têk biçe

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel ji girtîgehê peyman şandin çalakiya 8'ê Adarê ya li Stenbolê.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel ji girtîgehê peyam ji bo jinên li qada Bakirkoy a Stenbolê 8'ê Adarê pîroz dikirin re şandin. Di peyamê de bal hat kişandin li ser êrîşên li tekoşîna azadî û demokrasiyê û wiha hat gotin; "Jinan her dem hebûna xwe bi gotina NA avakirine" Figen Yuksekdag û Sebahat Tûncel, bi hestên piştevaniyê silav dan hemû jinên ku bi salan e bi hev re têkoşiyane.

'EM Ê CÎHANEK DIN AVA BIKIN'

Di peyama Fîgen Yuksekdag de wiha tê gotin;

"Wê jin faşîzim û desthilatdariya yekzilamiyê birûxînin. Em propagandayekî vala nakin, bingeheke girîng a vê heye. Jin rêxistinkirina herî xwezayî ya NA ye. Em dizanin ku jin hebûna xwe her tim di dîrokê de bi gotina NA avakirine.

Dema me digot Na bi rastî em dijiyan. Dema me ji zilamtî, xoşewîstî, petrontî, dewletê û ji zînhineya zilam re digot Na em bûbûn jin. Em azad dijiyan. Niha îro jî weke jin ku îradeya jin em baş dizanin îradeya redkirin û avakirina alternatifên nû yên jiyanê li hemû cihan belav bikin.

Di roja 8'ê Adarê ya li pêşiya me de jî ev hêza me ya ku xwe dispêre hezaran salan, hêza redkirinê, bi hemû hêza xwe li qadan, kolanan bin û şeqamekî li rûyê zihniyeta zilamtiyê bidin û bi deh hezar û milyonan caran em ê qîrbikin bêjin NA. Em ê cîhanek nû ava bikin."

'EM BI JINÊN CIHANÊ RE TÊN GEL HEV'

Di peyama Sebahat Tûncel de wiha tê gotin; 

"Min gelek dixwast di roja 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de  bi were li qadan li kolanan bim. Roja Jinên Cîhanê di nava tekoşîna me de rojeke girîng e. Ez we hemûyan silav dikim. Lê mixabin ji ber van êrîşên ku li ser tekoşîna me ya azadî û demokrasiyê em di girtîgehan de dikevin Roja 8'ê Adarê. Em ê vê rojê wek her rojên din bi moral û coşeke mezin pêşwazî bikin. Pêwîste li hemû qadan jin dengê xwe li dijî bê edaletiyê xurtir bikin. Weke jin bi jinên cihanê re bên gel hev, têkoşîna me ya ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê xurtir bikin. Pêwîste li hemberî hemû politîkayên dijî jinan bisekinin.

Li dijî faşîzmê, cinsiyetparêziyê, nîjadperestiyê, milîtarîzmê tişta tê xwestin xurtkirina têkoşînê ye. Ji girtîgeha Silivriyê silavên xwe ji bo hemû jinan dişînim û Roja 8'ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê pîroz dikim."