Peyama TAJÊ ya 8'ê Adarê

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand.

Di daxuyaniya TAJÊ de hat gotin: "Roja 8’ê Adarê, roja serî rakirin û têkoşînê ye li dijî desthilatdariya mêr û baviksalariyê. Eqliyeta mêrê desthilatdar ku bi qasî dîroka şaristaniyê kevne. Bi hezaran salan jinê û her wisa di şexsê jinê de civakê, bi hîlebazî û dek û dolaban xistiye bin desthilatdariya xwe de. Ev eqliyet di hemû demên dîroka civaka cinsiyetperest de, di her qadeke jiyanê de, xwe rêxistin kiriye, bi sazî kiriye û serdest kiriye. Di vê qonaxê de aqilê cinsiyetperest ku hîma hiyerarşî, tehekûm, şîdet û koletiyê pêk tîne, rûberûyê hilweşînê ye. Li beramber têkoşîna me ya dîrokî, kokdar û bê navber ya jinê êdî rûyeke eqliyeta mêrê desthilatdar  ya vêşere, dereweke bike û rûpoşeke xwe ya bixapîne nema ye. Têkoşîna azadîxwaz û berxwedêr a jinan û bi giştî civakê, dîroka desthilatdariyê, xeleka şîdetê, saltanata derewan a pergala zilamsalar bi rengekî eşkere raxistiye berçavan. Di bingeha hemû pirsigirêkên jinê de de cinsiyetperestiya civakî heye. Ji lewma wê têkoşîna jin herî zêde bi têkoşîna li dijî cinsiyetperestiya civakî  destpê bike, ev jî ancax bi têkoşîneke rêxistinkirî û bênavber gengaze."
 
TAJÊ diyar kir, hêza wan heye ku çarenûsa jinên bi saxî dihatin binaxkirin, li rastê her cûre şîdeta mêr tên, weke amûrek tên bikaranîn, di bazaran de tên firotin biguherînin û wiha berdewam kir: "Em ê ji her demê zêdetir têkoşîna xwe ya azadiya jinê li her qadeke jiyanê de pêş bixin. Em 8’ê Adara  îsal pêşkêşî hemû jinên qehreman, berxwedêr û kedkar dikin û diyarî azadiya milîtan û pêşengê herî mezin yê azadiya me jinan Rêber Apo dikin. Bi baweriya ku têkoşîneke jin ya rêxistinkirî û hevpar ya jinan pirsgirêkeke çareser neke nîne, em 8’ê Adara jinên şoreşger, demokrat û kedkar pîroz dikin. Em hemû jinên qehreman yên xwe di têkoşîna azadiyê de feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin, em Rêber Apo ku hemû hêza xwe daye ji bo azadiya jinê silav dikin. Em bang li jinan dikin ku bi îda û biryardariyeke mezin vê 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî bikin, têkoşînê bilind bikin û israra xwe ya di azadiyê de bidin nîşandan."

TAJÊ da xuyakirin, ku PDK erka xwe ya parastina ya Êzîdiyan pêk neaniye û hêza tenê ew parastiye PKK’e ye ku wiha berdewam dike: "8’ê Adar sembola berxwedan û têkoşîna jinan a bi Roza, Clara, Sara destpê kir û di roja me de bi Bêrîvan û Têkoşînan berdewam dike ye. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser gelê Êzîdî kirin de herî zêde jin bûn qûrbanî. Di êrîşên ser Xanesorê de jî ev eşkere dibe. PDK  xwedî li erka xwe ya parastina Şengalê derneketiye, bûye sedema qetilkirina bihezaran mirovan, bihezaran jin dîl bikevin destê çeteyan û di bazaran de werin firotin û bihezaran mirov neçarê koçberiyê bibin. Di pêvajoyeke wisa de ti hêzeke bikare pêşî li vê trajediyê bigire û bigihije hewara gel li holê nebû. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi têkoşîneke dîrokî û bi derfetên herî kêm pêşî li qirkirineke hîn mezintir girt. Di aliyek de korîdoreke mirovî vekir û gelê Êzîdî di wê rêyê re derbasê Rojava kir di ya aliyê din de jî Êzîdiyên li çiyayê Şengalê man bi dayîna berdêlên mezin parast û anî roja îro. Daxuyaniyên Barzanî ya têkildarî hebûna PKK’ê ya li Şengalê ji xizmetkirina ji bo civaka Êzîdiyan zêdetir xizmetê ji DAIŞ’ê  û ji dijminên gelê me re dike. Ji ber hêza herî esasî ku di rojên herî zehmet de û di dema fermanê de li cem gelê me ma, em parast û niha jî di mijara parastina me de xwedî roleke pêşeng, PKK ye."

TAJÊ diyar kir ku PDK û alîgirên wî dixwazin careke din fermanê bi serê gelê Êzîdî de bîne û wiha got: "Wê jinên Êzîdî bi rêxistinbûna xwe ya leşkerî û siyasî careke din fersendê nede komkujiyeke wisa. Wê hesab ji PDK û Barzanî were xwastin, dê sûçdar û berpirsyar werin darizandin. Ji ber vê em dibêjin parastin nebe hebûn nabe. Xwe rêxistinkirin têkoşîna herî mezin e. Emê ew îmaja eqliyeta mêr tesawir kiriye ya jina stû ditewîne û kole bi îradeya jin û têkoşînê bi erdê re bikin yek."
 
Daxuyaniya TAJÊ wiha bi dawî dibe: "Em weke TAJÊ sonda  zêdetir pêşvebirina têkoşînê dubare dikin. Ev 8’ê Adar divê bibe roja pêşxistina jinê û sala bilindkirina têkoşîne û 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin."