'Pêwîstiya çar parçeyan bi Yekîtiya Jinên Kurd heye'

Parlamentera Sêrtê ya HEDEP'ê Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku di çarçoveya kampanya 'Jin, Jiyan, Azadî' de avakirina yekîtiya jinên Kurd ji bo her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke.

Heyeta jinan a ji Parlamentera Sêrtê ya HEDEP'ê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Çîmen Fîdan, Berdevka Tevgera Jinê Gulbahar Guzel, Endama Kongreya Civaka Demokratîk Neslîhan Acar û endama Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê Gulbahar Aksoy bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Heyetê bi saziyên cuda yên jinan û nûnerên siyasî yên jinan re hevdîtin kir. Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş û Aktîvîsta Tevgera Jinê Gulbahar Guzel serdana li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin.

'EM DIXWAZIN KARÊN JIN JIYAN AZADÎ BI HEV RE BIMEŞÎNIN'

Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku li cografya Kurdan şerekî giran tê kirin û got, "Herî zêde jin ji vî şerî êşê dikişînin. Ji bo têkoşîna li hemberî vê yekê em kampanya 'Jin Jiyan Azadî' xurt dikin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Îranê li tevahiya cîhanê belva bû, ji bo hemû jinan bû çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê. Li ser vê bingehê em dixebitin. Bi civînên li taxan, civînên malbatan, pêvajoya perwerdeyê ya jin ên ciwan em hewl didin jinan xurt bikin. Em karên xwe yên perwerde û rêxistiniyê xurt dikin. Ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji bo em karê xwe parve bikin û hevpar bikin em hatin Başûrê Kurdistanê. Ji bo em têkiliyên xwe yên bi saziyên jinan û jinên li vê derê re xurt bikin, karê xwe hevpar bikin, em hatin vê derê."

Erdogan Saritaş anî ziman ku li çar parçeyên Kurdistanê nêzîkatiya dewletên serwer a li jinan mîna hev e û got, "Naxwazin hêza jinê şênber bibe. Naxwazin jin bibin pêşeng û civakî bibin. Ji ber ku eger jin bi rêxistin bikin, xurt bibin wê desthilatdariya bi mejiyê mêr hilweşe. Lewma êrîşî jinan û pêşengên jinan dikin. Dikujin, digirin. Dixwazin zextên li hemberî jinan rewa nîşan bidin. Bi jinên siyasetmedar, saziyên jinan ên li vê derê em li ser xurtkirina vê pêvajoyê axivîn. Kurd sed sal in di nava şer de ne. Herî zêde şer bandorê li jinan dike. Em jî di nav de ne û bandorê li me dike. Ev pêvajo ji bo me girîng e. Ji bo kurdan hîn girîng e. Rol û pêşengiya jinê hîn girîng e."

Erdogan Saritaş anî ziman ku ew bi germî hatin pêşwazîkirni û got, "Pêwîstiya wan jî bi yekîtiya jinên Kurd heye. Pirsgirêkên ji ber mejiyê mêr rû didin li her derê weke hev in."

Aktîvîsta Mafên Jinan Gulbahar Guzel jî ragihand ku di çarçoveya bernameyeke hefteyekê ew hatin Başûrê Kurdistanê û got, "Piştî parvekirina tecrûbeyên xwe em li ser rê û rêbazên karekî hevpar axivîn. Me gelek hevdîtin kirin, em ê encamên wê dema pêş bibînin. Me li Bakur karên jinan bi têkoşîna azadiyê ya Tevgera Jinên Kurd dan destpêkirin. Me kampanya Jin Jiyan Azadî dan destpêkirin. Em dixwazin vî karî li 4 parçeyan bikin. Erêniye ku jin li hev kom bibin, tecrûbe û pirsgirêkên xwe parve bikin, nîqaş bikin."

Gulbahar Guzel diyar kir ku li her devera cîhanê pirsgirêkên jinan weke hev in û got, "Tundiya li jinê li her devera cîhanê heye. Kuştina jinê bi asta xwe ya polîtîk kuştina nûnerên jinan e."

JIN LI BAKUR TÊNE GIRTIN, LI BAŞÛR TÊNE KUŞTIN

Guzel anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê êrîş li ser nirxên civakî têne kirin, ev yek jî bi êrîşên li dijî jinê tê kirin û got, "Destdirêjî, destavêtin, dehfdana jinan bi nava fûhûşê. Tevlîkirina mêr ên ciwan li nava narkotîkê. Ji bo vê bikin rê û rêbazên cuda bi kar tînin. Em li hemberî vê yekê têdikoşin. Berdêla vê têkoşînê jî li Bakur girtîgeh e, li Başûr jî mirin e. Li cîhanê Tevgera Jinên Kurd gelekî hêja tê dîtin. ya herî girîng jî me ev yek li Rojava dît. Avakirina vê herêmê bi destê jinan li cîhanê gelekî deng vedaye. Em nûnertiya jinê gelekî girîng dibînin. Li Bakur bersiva vê heye. Li Başûr kêmasiya vê heye. Me ev yek di hevdîtinan de jî dît. Mînak HEDEP'ê li parlamentê li gorî pîvana wekheviyê namzetên xwe nîşan da; jinek, mêrek. Sîstema Hevserokatiyê bi HDP'ê hat. Di encamê de jî qeyûm desteser kir. Ya ecêb e ew e ku bi qeyûm re destpêkê saziyên jinan ên şaredariyan hatin girtin. Hin stargehên jinan ên li şaredariyan hatin girtin. Mejiyê qeyûm destpêkê êrîş bir ser saziyên jinan. Ev yek jî nîşan dide ku mejiyê desthilatdariyê ji xurtbûna jinê, ji karên jinê ditirse."

Guzel ragihand ku di nava civakê de şêweyê bilêvkirina pirsgirêka jinê şaş e û got, "Timî qala pirsgirêka jinê tê kirin. Em vê qebûl nakin. Ev yek pirsgirêka civakê ye. Jin û mêr bi hev re ne. Li her qada jiyanê. Em bi hev re ne. Dema ku vê dimeşîne, ji bilî karên me yên jinê yên xweser, em karên hevpar jî dikin. Tenê bi vî rengî dikarin çareser bikin. Em hêza herî girîng ji hev werdigirin; bi kombûna li hev, bi piştevaniya jinê hêzê werdigirin. Em ê encamên van hevdîtinan dema pêş binirxînin."