Pêşniyazên 'aramiya navmalî' ya Zayendîparêz

Li paytexta Koreya Başûr Seûlê 'pêşniyaz'ên hikûmeta xwecih a ji bo jinên ducanî ku li ser malperekê hatin weşandin, piştî helwestên dijber, hate rakirin.

Di nav 'pêşniyaz'ên hikûmeta xwecih de fikir wiha hene ku rola jinê dadixîne asta 'xizmeta ji mêr' re.

Di serê wan pêşnizan de ku ji malperê hatiye rakirin tê gotin jin ji ducaniyê heta zarokanînê divê xizmetê ji hevserên xwe re bikin. Di nav wan pêşniyazan de tê gotin jin ji bo zarokanînê dea ku beriya biçin nexweşxaneyê jî divê ji bo hevserên xwe xwarinê çêkirin û bincilkên paqij li xwe bikin.

Di lîsteyê de ya ku hatiye rakirin tê gotin sporkirina jinan beleheq e.

Ev lîsteya ku piştî helwestên dijber hate rakirin ev ji salekê zêdetir e li ser malperê bû. Ev pêşniyaz ji 2019'an û vir ve ji bo ''aramiya navmalî' hatibûne hazirkirin.