Piştî civîna di navbera fermandarên Pêşmerge û rêveberên PDK’ê ya li gel artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ya girêdayî wê hate kirin û şûnde, hat ragihandin ku li hev kirine.
Televîzyona El Afaq a li Iraqê weşanê dike, îdîa kir ku di mijara radestkirina deriyên sînor û pêşmerge wê vekişin chên beriya sala 2003’an li hev kirine.
Li gorî nûçeya televîzyona mijara gotinê ku têkildarî civînê dîmen jî parvekirin, Fermandarê Eniya Mexmûr-Guwêr ê Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî, endamê Polîtbîroya PDK’ê Roj Nûrî Şawêys, ji fermandarên Pêşmergeyan Serbest Lezgîn li gel artêşa Iraqê û fermandarên Heşdî Şebî tevlî civînê bûne.
Têkildarî hevdîtina ku hate diyarkirin li Mexmûrê pêk hatiye, ji fermandarê Heşdî Şebî Welî Lefaq ê ji televîzyona El Afaq re axivî wiha got: “Di mijarên rawestana şer, radestkirina deriyên sînor ji bo hêzên Iraqê û Pêşmerge derbasî sînorên 2003’an bibin” lihevkirin pêk hatiye.
Di daxuyaniya îro ya Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî hatî kirin de jî wiha hatibû gotin: “Heyetek ku ji Bexda û Hewlêr pêk tê, ji bo diyarkirina sînor û radestkirina deriyên sînor ê ji bo hikûmeta navendî 24 saetan agirbest hatibû îlankirin.”