Dikana xwe bi alavên kevneşop xemilandiye
Remezan Ebd El Rehman ê ku dikana xwe ji cihê firotinê veguherandiye cihê kevneşopiyên kevin wiha got: "Jiyan çiqas bi pêş bikeve, kevneşopiyên me dimînin nasnameya me."
Remezan Ebd El Rehman ê ku dikana xwe ji cihê firotinê veguherandiye cihê kevneşopiyên kevin wiha got: "Jiyan çiqas bi pêş bikeve, kevneşopiyên me dimînin nasnameya me."
Gel bi rêya kevneşopî, çand û hunerê karîne çanda xwe biparêzin. Bi hezkirin, parastin û xwedîderketina li çand, huner û kevneşopiyên xwe karîne li ser piyan bimînin. Yek ji wan gelan, gelê Kurd e. Kurd çand, huner, kevneşopî û zimanê xwe diparêze û heya roja me ya îro digîhînin nifşên nû. Mînak gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha kevneşopiyên xwe yên bi dehên salan di roja îro de bi kar tînin.
BI KEVNEŞOPIYAN TAXA XWE DIXEMILÎNE
Yek ji wan kesên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimîne Remezan Ebd El Rehman Derwîş e. Ew ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê ye. Temenê xwe 51 sal e. Ji ber ku malbata Remezan di dîroka xwe de xwedî baxçe bû ji wan re hat gotin “Mala Baxçecî”. Ev malbat di taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo de pir bi kevneşopiyên xwe bi nav û deng in. Heya vê kêliyê jî Remezan alavên kevneşop ên berê bi kar tîne.
Remezan dikanek ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe li taxê vekiriye. Lê belê dikana xwe bi alavên keneşop xemilandiye û bûye mîna cihekî ku her kes lê temaşe bike. Ev jî dilê Remezan xweş dike bi vê yekê taxa xwe xemilandiye.
Remezan qala hezkirina ji kevneşopiyên çandî kir.
DIXWAZE KEVNEŞOPIYÊN KEVIN VEJÎN BIKE
Remezan wiha behsa vekirina dikana xwe kir: “Ez ji taxa Hilêliyê me. Di destpêkê de min dikan vekir lê belê tenê di dikana min de şînkahî hebû. Min xwest ez di rêya tiştekî re taxa xwe bixemilînim. Min xwest ez bi rêya foliklora Kurdî dikana xwe bixemilînim, dema ev tişt kete bala min rastî ez pir kêfxweş bûm. Ji ber ez bi vê yekê kevneşopiyên kevin vejîn dikim. Ez ji malbatek xwedî baxçe bûn û heya roja me ya îro baxçeyên me hene. Di heman demê de em xwedî çand û kevneşopiyek pir xurt bûn. Her tim em dixwazin zarok û nifşên me yên nû çanda xwe ji bîr nekin. Min xwest ku ez navê dikana xwe jî bikim ‘Baxçecî’. Gava yekemîn min tenê amûrên taştê û xwarinên kevin ên çanda gundan xist dikana xwe de. Mînak wek, Penêr, Zeytûn, Beharat, Mast û hwd.”
PÊWÎSTE FOLKLOR NEYÊ JIBÎRKIRIN
Remezan diyar kir ku bi anîna alavên kevneşop hesteke xweş di dilê wî de çêbû û wiha pêde çû: “Piştî alavên xwarinê min dest bi anîna alavên kevneşop kir. Wek, Das, Cer, Hawin, alavên ji pûş, Delê Qehwê û hwd… Ev hemû tiştên min anîn ser ziman di demên berê de dihatin bikaranîn. Heya roja me ya îro di gelek malan de tên dîtin û hin ji wan jî bi kar tînin. Armanca herî sereke ew e ku em folklora xwe ya kevn car din vegerînin. Dema min ev gav avêt û min amûrên kevn xist dikana xwe, bala her mirovî kişand. Dema hinek tên ji bo xwarinê bikirin tişta yekem li alavanên kevin dimeyîzînin. Ev jî tê wateya ku hîn hezkirina gel ji amûrên kevneşop re heye û dixwazin her tim di jiyana me de werin bikaranîn. Tişta herî xweş ew e, dema kesên bi temen mezin tên dikana min û van alavan dibînin xeyalên xwe yê berî dehan salan vedigerînin û besa wê ji nifşê nû re dikin.”
‘PÊWÎSTE KEVNEŞOPIYÊN ME LI NIFŞÊN NÛ WERE HERIKANDIN’
Remezan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku çiqas mirov mezin bibe û jiyan bi teknelojiyê bi pêş bikeve, wê her tim çanda mirov di rehê laşê wî/wê de biherike ji ber kevneşopiyên wan nasnameya wan e û got, “Pêwîste her tim em xwedî li çand û kevneşopiyên xwe derkevin. Em gelê Kurd bi taybetî xwedî çandeke pir zengînin. Zarokatiya me hemûyan bi van kevneşopiyan derbas bû û heya em gihiştin vî temenî jî pêwîste her tim di bala me de bimîne. Pêwîste kevneşopiyên me li nifşên din jî were herikandin.”